Misir serkevtina pêşmergeyan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Omer Fehmî konsulê nû yê Komara Misirê kir û di civînekê de têkeliyên herêma Kurdistanê û komara Misirê nirxandin.
Konsulê Misirê ji bo wê pêşwaziya gerima lê hatiye kirin sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir û tekîd kir ku, Komara Misirê giringiyeke taybet bi bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide, têkeliyên di navera Kurdistan û Misirê de têkeliyên dîrokî ne û ew jî dê lêbixebite wan têkeliyan ber bi pêş bibe, bi taybetî têkeliyên di warê êkonomî, kulturî, civakî û peydakirina derfetên karî bo kompaniyên misirî daku sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîn in û hekarîkirina wan xwendekarên herêma Kurdistanê yên li welatê misirê dixwînin.
Konsulê misirî serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ bi dest xistine pîroz kirin û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdan kirin û ji birîndaran re hêviya zûçakbûnê kir û got ku hikûmet û gelê misirî ji dil dixwaz in herêma Kudistanê û Îraq aram bibin û amadeyêya Misirê ji bo piştevanî û hevkariya Kurdistanê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna konsulê nû yê Misirê li herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Rewşa deverê bi giştî, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de konsulê Misirê ew lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê bi gavek giring wesif kir û hêvî kir ku, hemû pirsgirêk bên çareser kirin.