
Partiya DEMê li Geverê di bin ala PKKê de “civînek ciwanan” li dar xist. Li cihekî wekî Geverê, xelkê Geverêvê carê berê xwe neda wan û pişta xwe da wan.Hercarê li Geverê bi hezaran kes beşdarî civînên PKK/DEMê dibûn.
Lê vê carê tenê nêzîkî 250-270 kes beşdar bûn. Nêzîkî 120 ji wan ciwan bûn. Nêzîkî 30 ji wan ciwanan li quncik û quncikan rawestiyabûn, ji ber ku neçar mabûn beşdar bibin.



