Polîtîk

Dewlet li Kurdistanê sembola zilmiye

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Berî wehşeta DAÎŞÊ xeleka herî dawî ya polîtîkayên qetlîam û îmhakirina li hemberî gelê Kurdistanê hate pêkanîn; Qetlîama Roboskîyê…

‘’Em jî Roboskiyî ne û em jî sînorên çêkirî yên ku li ser axa welatê me hetine xêzkirin, nas nakin û qebûl nakin.’’

Qetlîama Roboskî di 28ê Berfenbaran a 2011an de tîjikek din xist nav tebeqeyên vê axê û Kurdistan careke din bi awayekî sitemkarî duçarê tundiyê hate kirin. Qetlîama Roboskî dewamek zilma bipilan bû ku ev zilm bi sedan salan e li Kurdistanê tê domandin û di vê qetlîamê de 34 Kurdên bêsûc, ku piraniyên wan jî zarok bûn, hatin kuştin.

Çi berpirsyarê siyasî yê qetlîamê hikumeta AKPê, çi berpirsyarê leşkerî yê qetlîamê Hêzên Çekdarî Yên Tirk (TSK) û çi jî saziyên fermî û sivîl yên ku bandorê li raya giştî ya Tirk dikin û bi dewlet û hikumetê re têkildar in, bi medyaya navendê re di nav 3 salên borî de ji bo derxistina vê tîjika ku xistine nav dilê gelê Kurdistanê tu hewldan nedane, berovajiyê vê yekê, li hemberî bîranîna 34 ciwanan, ku bedenên wan bi awayekî hovane hatin perçekirin, bêrêzî kirine dozek netewî.

Qetlîama Roboskî û pêvajoya piştî qetlîamê da nişan ku Komara Tirkiyeyê bi politikaya xwe ya tunehesibandinê û tundiyê bersivê dide vîna gelê Kurdistanê, ku ev vîn li ser esasê maf, dad û azadiyê ye.

Çawa ku di dema hikumetên Kemalîst û laîk de hate tescil kirin, her wisa bi polîtîkayên hikumeta AKPê jî hate tescil kirin ku li ba Komara Tirkiyeyê girîngiya maf, dad û azadiyê qet tune ye.  Ku ev hikumeta AKPê bi hesasiyetên dîndarî/mûhafezekarî tê nasîn û nûnerê rastgiriya navendî tê qebûl kirin.

Komara Tirkiyeyê zilma ku ji bo gelê Kurd rewa dibîne, ji xwe re kiriye polîtîkayek adetî. Di nav 3 salên dawîn de ji aliyê hêzên ewlehî yên dewletê ve qetilkirina bi dehan zarok û ciwanên Kurd û bêdengbûna li hemberî qetlîamên DAÎŞê yên li Şingalê û Kobanê, didin nişan ku ev politikaya hikumetê ya adetî didome.

 

Ji aliyê din dewlet û hikumeta ku li Kurdistanê sembolên vê zilmê ne, bi pratîk û  gotinên xwe yên wekî ‘’alîgiriya mezlûman’’ re, ku li Misir, Fîlîstîn û Sûriyê tînin ziman, ketine nakokiyê û ji ber vê sedemê jî bawerî pê nemaye.  

Di raya giştî ya Kurdistanê de li cem hin aliyan jî ji ber Qetlîama Roboskî bawerî nemaye ku ev aliyan xwediyên hesasiyetên Îslamî ne û ji ber vê jî bawer dikin ku li ser bingeha nirxên wekî umet, biratî, maf, dad û azadiyê wê bi hevdu re bijîn û loma jî piştgiriya hikumeta AKPê dikirin.

Di raya giştî ya Kurdistanê de aliyên ku xwediyên hesasiyetên Îslamî ne, bawerî û hesasiyetên xwe yên di derbarê nirxên jorîn de, ku ji aliye dewlet û hkumetê ve hatine manîpule kirin, parastine û derfet dîtine ku bi van têgeh û nirxan li ser esasê maf, dad û azadiyê wekî teori û pratîk têkiliyên xwe li ser zemîneke baştir nû bikin.

Wek hemû qetlîamên bi ser Kurdan de hatine pêkanîn Qetlîama Roboskî ya ku herî dawiyê ji aliye Dewleta Tirkiyeyê ve hate kirin jî, careke din ev rastiya derxist holê; raya giştî ya Kurdistanê di mijara daxwazên maf, dad û azadiyê de wekî rastgir û çepgir an jî netewperest û Îslamperest nikare were perçekirin û em wek hereketek ku xwediyê hesasiyetên Îslamî ye û ji bo maf, dad û azadiyê derketiye rê, em vê perçebûnê qet qebûl nakin.

Hesabpirsîna ji zilma Roboskiyê, di heman demê de hesabpirsîna ji zilma li Kurdistanê ye. 

Ûjdanê ma’şerî yê li Kurdistanê  ji vê qetlîamê Dewleta Tirk û hikumeta îro berpirsyar digire û em wek ‘’Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê’’ (Hereketa Aazdî) beyan dikin ku em jî pereçeyekê vî ûjdanî ne.

Bi vê wesîleyê em kesên ku ji bo dawî li zilmê were ji yekîtî û hebûna Kurdistanê re meşale girtine û şehîdên Roboskî yên ku bi awayekî hovane hatine şehîdkirin, di bîranîna salveger a sêyemîn de bi bîr tînin, hikumeta AKPê ya ku bi nêzîkatiya xwe li vê qetlîamê xwedî derketiye, şermezar dikin û em bang dikin ku divê berpirsyarên  vê qetlîamê demildest werin dîtin û cezakirin.28.12.2014

Rêz û silav,

Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

 

 

Back to top button