Cîhan

Çîn konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, roja yekşemiyê 28.12.2014ê pêşwazî li Tan Banaglîn konsulê giştiyê Komara Çînê ku nû li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kiriye, kir û di civînekê de çend mijarên giring gotûbêj kirin.

Konsulê giştiyê Çînê ragehand ku di çend rojên bên de Çîn dê avahiya konsolxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê veke û ji bona vê yekê jî dê şandeyeke hikûmeta çînî serdana herêma Kurdistanê bike û beşdariyê di merasima vekirina konsulxaneyê de bike.  Konsulê Çînê got ku, welatê wî giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide, herêma Kurdistanê herêmeke aram e û derfetên pêşkeftinên gelek hene û Komara Çînê dixwaze beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bike û têkeliyênxwe digel herêma Kurdistanê di hemû waran, bi taybetî diwarê infrastruktura, aborî, bazirganî û kulturî de berfirehtir bike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûna konsulê nû yê komara Çînê kir û amadeyîya xwe nîşan de ku beşdariyê di merasima vakirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê li Hewlêrê de bike. Barzanî, vekirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê li Hewlêrê bi gaveke giring nirxand û biryara hikûmeta Çînê bi biryareke baş wesif kir. Bi vî awayî her pênc dewletên endamên daîm li konseya ewlekariya navdewletî de li herêma Kurdistanê konsulxaneyên xwe hene.  Serokwezîr got ku, herêma Kurdistasnê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Komara Çînê re dide û dixwaze di hemû waran wan têkeliyan berfirehtir û xurtir bike.

Rewşa dawiyê ya deverê, têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel hikûmeta federaliya Îraqê mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button