
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku wan nehemîn şeva êrîşên xwe yên li ser Îranê bi serkeftî dawî kiriye. “Armanca van êrîşan ew e ku şiyana leşkerî ya Tehranê ji bo pêkanîna her êrîşekê li dijî keştîyên bazirganî li Tengava Hurmuzê qels bikin.
Li gorî daxuyaniyê, êrîş roja Yekşemê 19-07-2026, saet 10:00 êvarê hatine kirin. Di operasyonê de, Centcom li çend hedefan xist, di nav de “navendên fermandariya leşkerî ya Îranê, stasyonên parastina hewayî û çavdêriya peravê, şiyanên deryayî, platformên avêtina mûşek û dronan, û torên ragihandinê yên hêzên çekdar ên welêt.”
Centcom got ku armanca lêdana van hedefan “kêmkirina şiyana Îranê” ya gefxwarina keştîyên bazirganî û deryavanên sivîl ên ku di Tengava Hurmuzê ya navneteweyî re derbas dibin e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Artêşa Amerîkayê dê êrîşên xwe yên li ser Îranê di bin fermanên rasterast ên fermandarê giştî yê hêzên çekdar de bidomîne.”
Centcom her wiha tekez kir ku hêzên wê “di asta herî bilind a hişyarî, amadebûn û şiyana bersivdayîna kujeran de dimînin.”


