Polîtîk

Bûyerên Cizîrê ne di berjewendiyên Kurdistanê de ne

Daxuyaniya Tevgerê:

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Dîsa destên qirêj û kûr, dirêjî nav miletê Kurd bûn û ji bo nebaşiya me dixebitin.

Li Cizîra Botan, îro ciwanên Kurdan hevudû dikujin. Divê em li hember van bûyeran bêdeng nemînin û ji bo başiya miletê Kurd mudaxeleyê bikin. Ji ber ku aliyek sîyasî ku îdiaya wî ya pêşngiya civatê hebe, nabe ku li hember bûyerên civakî bêdeng bimîne.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê, bi hin şexs û aliyên siyasî axivîn û niha li benda bersîva wan in. Daxwaza me, em komîsyonekê ava bikin û biçin cihê bûyerê û li wê derê van bûyerên ku ne di berjewendiyên me de ne bisekinînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button