Nivîsar

Divê kurd çi bikin?

                                   
Kurda di dîrokê de herdem ji bo berjewendiyên hineke din şer kirin e, xwe daina kûştin. Lê ev roj Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina xaka xwe şerî dikin, şêhîd dikevin.

Di dîroka Gerdûnê de tû carî Kurda êrîşî xaka kesî nekiriye, berjewendiyên kesî lawaz nekirine, her biyaniyan êrîş anîne ser xaka kurda û zilm û zor, ta’deyî li gelê  Kurd û Kurdistaniyan kirine. Qetlîam, goçberî li wan kirine, xaka kurda dagir kirine, hemî nerxên  netewî bin pê kirine, qadexe kirine. Ji bilî van rûdanan hêjî Kurd dibin bandora dijminê xwede şerî ji bona berjewendiyên dagirkeran dikin. Lê îro Kurd êdî bi lehengî, bi bawerî ji bo xaka xwe dikin, şêhîd dikevin. Eveya jî di hemî cîhanê de bûyiye ciyê şanaziyê. Dewletên dinya yê îro pesn û rûmeta Kurda di bihîzin û radigihênin. Ev jî tête vê watê ko êdî netewa Kurd di dinyaya global de cîhê xwe yê bi rûmet wergirtiye, bi wa baweriyê tênê.

Netewa Kurd, ji îro bi pêş de helwest, hiş û remanên xwe li ser mijara dewletbûyîna Kurdistana serbixwe dayiye ayîşandin û li berdenge.
Xûya dikê ko miletê Kurd dibêje êdî bese! Em jî weke Ereb, Tirk, Ecem û vanê dîn ji netewin, xûzayîne. Afirînêr em jî  weke her kes û netewa yê din efirandine. Em netewa Kurd dixwazin xwe bi rêk û pêk bikin, mafê xwe ê netewî bi kar bînin. Xwe li ser xaka xwe îdare bikin. Me, ti helwest û armanc nîne ko xaka kesî dagir bikin yan jî giyana hineke têxin  bin metirsiyê. Bes armanca me eve ko em jî weke her miletên heyîn li cîhanê bibin xwediyê dewleta xwe. Hingê em û hemî gelên li derdorê xwe û yên cîhanê hemî di nava aramiyê de, di nava têkiliyên hemdemî de dikarin bijîn. Lewra ev cîhana gewre têra me hemûyan dikê naxwe ev şer û kûştin ji bo çi ye? Ev şer û kûjandin bê wate ye.

Heta îro dewletên biyanî  ji bo berjewendiyên xwe erdnîgariya Kurdistanê li hev parvekirin. Ev jî ter nedikir gelê Kurd talan kirin, navê wî qedaxe kirin.Me miletê Kurd di pêşberî van kiryar û helwestên xedar de serî hildidan û xwe diparastin.Lê mixabin em Kurd  van lawazî û belengaziyên xwe ji bîr dikin û dixwazin  ji dewleta dagirker re, bi kêr hatî bin. Ji bo wana demokrasiyê û aramiyê bînin hawîl didin, xwe didine kûştin û girtin. Ev karekî şaşe û bê wate ye. Em ne li dijî aramî û demokrasiyê ne lê em dibêjin, ew dewletên  em dê demokrasiyê û aramiyê ji wan re bînin, ber mayiyên 700 sal emperyalîstane. Ew xwedî yê artêşek gewrene, xwediyê dewleteke ko hemî saziyên wê kamilin, ronekbîrên wan, nivîskarên wan, eqademîsyanên wan, stratêjîsyan, konevan û sosyoloxên wan pirrin. Bila ew aramî û Demokrasiyê bînine welatê xwe. Em dê wa deskeftiyan li ser serê xwe bipejirînin.

 Lewra ev kar ne karê me Kurda ye, ew peywîrdariya dewleta Tirka bi xwe ye.

Naxwe em Kurd diva bê çi bikin:

1-Diva bê; em xwe weke her neteweya li dinyayê heyî xwe netew bi bînin û xwe xwedîyê van hemî mafan bi bînin.

2-Diva bê; em di helvest û armancên xwede û di kiryar û rûdanên xwe de bes ji bona berjevendiyên netewa û dewletbûyîne xwe tevbigerin.

3- Diva bê, em ji bo Kurd û Kurdistanê dilsoz, fedekar, restaqîn û çeleng bin.

4- Diva bê; em dost û dijminên xwe nas bikin, stratêjî û konavanîyên xwe baş bizanin û bi nerxênin.

5- Diva bê, em di nava Partî, rêxistin û xurûbên xwedî helwest a dewletbûyîna Kurdistanê de  li gel hev çalakvan bin, şerê hev nekin, di berjevendiyên Kurdistanê de li hev bikin.

6- Kurdistan; a me hemû Kurdistaniya ye, em dê bi hev bi şêwirin û bi hev re biryar bidin.

7-Kurdistan gewre ye, têra me hem û ya heye. Bes ko em bi diristayî û bi dilsozî çalakî, xebat û rûdanên xwe bikin.

8-Diva bê; em li dîroka xwe,ala xwe,axa xwe,zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevinû biparêzin. Lewra dîroka Kurda dîrokeke kûr û dirêje. Dîroka nivîskî a yekem Şerefname ye. Şerfname ji Kurdan re nerxê hêjayî ye. Qet nebê em wê (Şerefnamê) hîmê dîroka Kurdistanê bizanibin. Dîroka Kurdistanê ne dîroka 45 salaye. Pêvîste her Kurdê xwedî hîş û raman vêya bizanibê. û bi vî rengî şîrove bike, bi nerxênê.

9- Diva bê; em ji serokên me yên serhildanên netewî re xwedî derkevin.Û wana weke mezînê netewî bi nerxînin. li helwest, kiryar, rûdan û çalakiyên ko  kirine xwedî derkevin,bi parêzin, hêjayî û rûmeta wana zanibin.  Bi serbilindayî Pesn û bahsa wa bi  bikin.

10- Diva bê; em bizanibin ko doza dewletbûyina Kurdistanê hatiye asteke herî berz . Dostên Kurdan zêde û bi hêz bûine, dijmin (dagirkerên) Kurd lawaz û bê mecal bûine. Naxwe pêdivî heye  êdî netewa Kurd xeletî û gendeliyan nekê, ji aşê dijmin re avê nekişênê û ji miletê xwe hez bikê. ji bo bi ser nekevê tû sedem na mîne.

11- Diva  bê; zûtirn ji van hemiyan û a heri giring jî eve ko em şarê dinav Hûdapar û Pkk’ê de bidin rawestandin. Ger ev pêk nayê, pêdivî heye ko miletê Kurd hemî bihevre şarê herdû aliyan bikê da xortên Kurda bes di ber îhtîrasa xwede bidin kûştin. Û bela destê xwe ji stikûra miletê Kurd vekin. Divir de rola hikûmeta federe a Başûr giringe, pêvîste bikavê navberiyê, vî şerê bi dahfkirina dagirkaran bidê sekinandin û navbera wan da aşîtiyeke mayinde bicîh bike.    

   27.12.2014.

Mehmet Emin KARDAŞ
Serokê giştî ê PDKT
(Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya)

Back to top button