FlaşNivîsar

Partî ji bona çi hene?

Divê kurd û bi taybetî partiyên bi armanca azadiya gelê xwe ve rabûne, vê baş fêr bibin ku bi yekitî û yekrêziya nava mala kurd dikarin mafê xwe ê rewa bi dest bixin.

Bûbê Eser

Partiyên miletên dagirkirî, erk û wazifeya wan ew e ku miletê xwe ji bindestiyê azad bike, jiyaneke aram û xweş bide gelê xwe, ye.

Dema partî têne damezrandin jî dizanin ku rêya pêde herin, rêyek zor û zehmet e. Dizanin ku ew rê bi rîsk e. Li pêşiya endamên wê; girtin, êşkence, kuştin û cefa jî heye. Lê dîsa jî mirov ji bona azadiya gelê xwe rîsk digere û dikeve ser rêya bi kevir û dirîk.

Lê îro ew rîsk û bedeldayînên mezin ango yên di salên 1960-80 nemane. Li gor vê jî mixabin, partiyên me yên Kurdistanî nikarin bi hevre temsîleke Kurdistanî damezrînin. Ji xwe qelşa mezin ya li tevgerên bakurê Kurdistanê dikeve ev e. Ji bilî hin îstîsneyan ne xema wan serok û rêberan e ku bakurê Kurdusranê di rewşeke li ber mirinê de ye. Vê dibînin lê dîsa jî ji bona pêşîlêgirtina wê, yekitî û yekrêziya nava wan tune ye.

Bala xwe bidinê HAK-PAR bi helwesta xwe, bi nerîn û dîtina xwe, bi bawerî û xebatên xwe, bi derketandina nava gelê xwe, bi daxwaza xwe ya ji bona kurdan FEDERASYONa, li gel kêmanî û şaşiyên xwe, xwe dide îspatkririn ku dixwaze bibe altarnatîfa gelê xwe. Lê têr nake.

Çi dema di nava partiyên kurdistanî de kar û xebat hebe, dîtin û nerîn zelal be û bawerî bi xwe hebe, helbet wê roj bê ku dê azadî û rehetiyê jî ji bona gelê xwe bînin. Lê heta ku her partiyeke me bi serê xwe bin û bêjin ez û ne tu kesên din, ne em weke milet û ne jî weke partiyên me yên siyasî tu kes bi ser nakevin.

Heger Kurd weke milet dixwazin mafên xwe yên rewa bi dest bixin, îro tenha rê ewe ku alîkarî û piştgiriya hev bikin da ku li ser navê gel di hilbijarina bê de, bê teredut divê çi partiyên Kurdistanî, çi rewşenbîr û ronakbîrên gelê kurd, çi nivîskar û her kesên ji welatê xwe hezdikin, pêwîste ji HAK-PARÊê re bibin palpişt, ew palpiştî dikare pêşî li rêya têkbirin û asîmlasyona gelê kurd bigire.

Ev jî bi yekrêzî û yekitiya nava partiyên me yên siyasî dikare pêk bê. Divê partiyên me jî vê yekê baş fêr bibin ku tu partiyên heyî sedî şêst jî dikarin dûrî hev bin û weke  hev nefikirin. Li gor min ev jî normal e. Lê ew û em mecbûrên ku li ser xalên ji bona azadiya gel divê em li hev bikin û temsîleke Kurdistanî damezrînin. Ji dêlva em her roj partiyeke nû damezrînin, em dikarin li ser hevkirineke neteweyî yên heyî xurt bikin.

Li gor min ew jî li ser çend xalên asasî ku partiyên me li hev bikin, li ser navê HAK-PARê an bi navekî li hevkirî ji bona temsîla bakurê Kurdistanê mecbûr in, li hev bikin. Em bi vê rewşê nikarin pêşî li asîmlasyonê û belavbûna nava mala kurd bigirin…

Îro rehetiya partiyên bakurê Kurdistanê ew e ku partiyeke dikare bikeve hilbijartinan û daxwazên wê jî li gor şert û mercên îro guncav e, ew jî HAK-PAR e. Li ser xeta li hevkirineke neteweyî li bakurê Kurdisanê altarnatîfeke Kurdistanî çê bibe aha wê demê pêşî û rêya azadiyê dê vebe.

 Pêkanîna altarnatîfeke weha dê ji hemî kurdên cîhanê û  ji desthilata me ya başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji Barzaniyên ku ev sed salên ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe di nava tekoşînê dene, bi hemî hêz û qawetên xwe  dikarin ji bona temsîleke weha alîkariyê bikin, da ku temsîlek Kurdistanî li hember kemalîstên kurd yên asîmlîker, bi tevna xwe ya Kurdistanî weke polekî raweste. Aha wê demê em weke Kurd jî dikarin bi serbilindî alîkarî û piştgiriya tevgereke weha bikin. Ez bawerim ev daxwaza hemî kurdên cîhanê ye…

Ji ber ku xurtbûna bakurê Kurdistanê rêya serxwebûna başûrê Kurdistanê vedike û pêşî li hember êrîş û tehdîtên dagirkeran dê bigire.

Divê kurd û bi taybetî partiyên bi armanca azadiya gelê xwe ve rabûne, vê baş fêr bibin ku bi yekitî û yekrêziya nava mala kurd dikarin mafê xwe ê rewa bi dest bixin. Bi destxistina mafan jî bi hêz û qawetê dibe, bi bawerî û xebata di nava gel de dibe.

Êdî qonaxa di hundurande û di nava çar dîwarande derbas bûye. Aha HAK-PAR di nava gelê xwe de ye. Bi şîara ji bona kurdan Federasyinê dikeve hilbijartinên li tirkiyê û bakurê Kurdistanê. Gelo em çima vê xetê xurt nekin?

Loma dibêjim; divê êdî em weke kurd dev ji hesûdî û ez û ezê berdin. Roj roja yekitî û bi hevre karkirina gelê kurd e. Yên vê naxwazin û dij helwesteke weha bin divê ji raya giştî re bê eşkerekirin. Nakin!!! ji ber ku partiyên me bi nav legal in, lê di kar û xebatên xwe de îllegal  in. Aha ev jî li hev nake…

Ji dêlva hûn hemî dem û kedên xwe bi civîn û konferansên bê encam derbas dikin, li ser çend xalên li hevkirî, werin ba hev û bi protokola hevkarî û yekrêziya xwe rahihînin, wê baştir û maqûltir be. Rahiştina kevirê mezin û giran neavêtin e.

Li vê cîhanê tu partiyên sedî sed veke hev difikirin tune ne. Lê hemî pariyên heyî jî li bona berjewendiya gelê xwe, bi hevre tifaqan pêk tînin, hevkarî û hevpariya hev dikin da ku bi hevre gelê xwe bighêjînin azadî û serxwebûna wî. Gelo çima em vê nakin?

Loma banga min ji we partiyên me yên hêja û Kurdistanî ew e ku divê hûn bi hevre temsîleke kurdistanî ava bikin. Di nava temsîleke weha de heger HAK-PAR tune be ew temsîl dê nikaribe erka xwe bîne cih. Ji ber vê divê HAK-PAR jî li gor daxwaz û li ser xeta li hevkirinê ew bi xwe jî tawîzkar be. Di hin waran de divê qebûlbar be…

 Ma em ji hev perçebûn û bê nêzîkiya nava xwe aciz nebûne gelo? Em bi vê qûşê naghêjin Mûşê…

Back to top button