Polîtîk

PAK li Robozkê bû

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) îro bi girseyî çû Robozkê û êşa malbatên şehîdên Robozkê parve kir û li ser goristana Robozkê daxuyaniyê da.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik di daxuyaniyê de anî ziman ku;

”Robozkê kilîda destpeka aşitî û çareserkirineke rasteqîn e. Heta ku Dewleta Tirkiyê failên Robozkê dernexe holê û ji Kurdan lêborîna xwe nexwaze ewê meseleya Kurd û Kurdistanê tu car çareser nebe. Ferqa vê komkujiyê ji Dêrsîm,Agirî û Zîlanê nîne.

Ewên ku vê kerasetê anîn serê gelê Kurdistanê wê cezaya xwe bikşînin.”
Axaftina Rêzdar Özçelik gelek caran bi diruşmeyên ‘’Bijî Kurdistan,Şehîd Namirin’’ hate birîn.

Piştî axaftinê kulîlk û alên Kurdistanê li ser gorên şehîdan hate danîn.
Paşê heyeta PAKê Komeleya Roboski-Derê zîyaret kirin.

Gelê Robozkê,malbatên şehîdan û Komeleya Roboski-Der bi awayekî ger û dilsozane pêşewaziya heyeta PAKê kirin.Û bi hestên welatperwerane heyeta PAKê oxir kirin.

27.12.2014
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button