Polîtîk

Barzanî: Divê dewlet li kûrahiya metirsiyê têbigihin

Li Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya  John McCain Senatorê Komarîxwazên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Joseph Pennington Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û efserên artêşa Amerîka pêkhatibûn û li gel wan civînek saz kir.

Li vê kombûnê da ku bi amadebûna her yek ji  Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Şengalî Wezîrê Navxwe û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê, birêve çû, di destpêkê de  John McCain xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê ragihand û rêz û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê, li şerê rûbirûbûna terorê da nîşan da û ragihand ku dixwaze pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê bike ji bo şehîdbûna wan mirovên azayên Pêşmerge ku li vê şerê da canê xwe gorî kirine.

Her wiha  John McCain xweşhaliya xwe ji bo destpêkirina seretayekî nû ya li peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda de nîşan da.

Her li vê hevdîtinê de John McCain ragihand ku ji ber ku ew agahdare Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe li bereyên şere, ji bo wê yekê hatiye li nêzîk ve gûh bide dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê helwesta siyasî û serbaziyên bereyên şer û pêdiviyên Pêşmerge yên li şerê dijî terorîstan da. Tekez li wê yekê jî kir ku gel û Hikûmeta Amerîka li hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê berdewam dibin û tekez li ser pêşxistina peywendiya dîrokiya di navbera her dû gelê Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Hikûmeta Amerîka û dostan û hêzên hevpeymanan kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevanê Herêma Kurdistanê bûn.

Paşê Serok Barzanî sedemên peydabûn û geşkirina rêxistina terorîstî ya Da’îş û ketina Musilê û êrîşa wan ya Herêma Kurdistanê ji bo şanda mîhvan şîrove kir. Di derbarê rewşa meydanî ya bereyên şer de, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge serkeftineke gelek mezin tomar kiriye û gurzê kemerşikandinê li terorîstan daye.

Li beşekî dinê axaftina xwe de, Serok Barzanî balkişand li ser tehdîda terorê ya li ser cîhanê û ragihand: Teror tehdîdeke cîddiye li ser hemû gel û netewe û dewletan û hemû aliyek jî kiriye armanc, ew terorîst jî ku hatine nav rêzên rêxistina terorîstî ya Da’îş regeznameyên xwe yên cûr bi cûr heye, ji bo wê yekê rûbirûbûna wan jî pêwîstî bi hemahengî û hewla hemû aliyê dewletan heye û pêwîste li pal rêkarê serbazî, li rûyê fikrî û hişk kirina çavkaniyên darayî û rêgirtina peywendîkirina terorîstan, dijayetiya wan terorîstan bê kirin.

Her wiha Serok Barzanî ragihand: Divê dewlet hemahengiya wan hebê û li kurahiya metirsiyê têbigihin û nabê tu dewlet yan aliyek teror û terorîstan wekî kart bikarbîne û yarî û lîstokê bi wê kartê bike, ji ber ku teror agireke hemûyan bi pêkve dişewitîne.

Li axaftina xwe da Serok Barzanî balkişand li ser rewşa bajarê Kobanê û spasiya Amerîka kir ku bi lêdana terorîstan, piştevaniya Pêşmerge û şervanên wî bajarî dike.

Behskirina çawayiya hemahengiya zêdetirê Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û rewşa bajarê Mûsilê rewşa siyasî û emniya Iraqê û Suriye û navçeyê, mijareke dinê vê kombûnê bû.

Back to top button