John McCain: Çûna pêşmerge bo Kobanî balansa şer guhart
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja şemiyê 27.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, digel senator John McCain endamê senata Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê û şandeya pê re ku, ji hijmareke şîretmend û berprisên arteşê û berprisê karûbarên sefaretxaneya Amerîkayê li Îraqê û konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê pêkatibû, civiya.
Di civînê de, John McCain serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ li deverên cudayên herêma Kurdistanê pîroz kirin û destxweşî li serokatiya siyasî, hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, li hember wan êrîşên hovaneyên DAÎŞ xweragir bûn. Sematorê Amerîkayê sersaxî li malbatên şehîdên şerê dijî terorê kir û got ku, herêma Kurdistanê cîyê xwe di warê parastina prensîp û buhayên mirovî heye û xelkê Amerîakyê û cîhan bi giştî hurmetê ji wê berxwedanê re digire.
McCain got: Em hatine herêma Kurdistanê daku ji nêzîk rewşa leşkerî bibînîn û digel berpirsn pêşmerge hevdîtina bikin. Kesên zîrek û jêhatî serokatiya bereyên şer dikin û ew cîyê baweriya hemû aliyan e.
Di warê însanî jî de sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji pêkhateyên cuda hewandinem bi taybetî mesîhî û êzidî û ji wê karesate ji encamê êrîşên terorîstên DAÎŞ bi ser wan hatiye rizgar bikin û hevkariya wan bikin. Mekeyn got ku, Amerîka dê li ser hevkariyên leşkerî û însanî bo herêma Kurdistanê berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana senator John McCain bo herêma Kurdistanê diyar kir û behsa rola berçava pêşmergeyê Kurdistanê di têkşikandina terorîstan de kir û sipasiya Amerîakyê kir ku her ji roja yekem digel xelkê Kurdistanê bû û êrîşên asîmanî dijî terorîstên DAÎŞ encam dan û wan êrîşna tesîreke erênî li ser guhertina balasa şer bialiyê pêşmerge de, têkşikandina DAÎŞ û bilindkirina morala xelkê Kurdistanê de hebû. Serokwezîr tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdisdtanê dê li ser parastina kêmneteweyan, ol û mezhebên cuda li herêma Kurdistanê berdewam be û bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan bike, lê herêma Kurdistanê di warê însanî û leşkerî de pêwîstî bi zêdetir hevkariya navdewletî heye û herêma Kurdistanê çaverê dike di vî warî de Amerîka rola xwe bilîze.
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û hijareke wezîran amade bûn, behsa têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê û lihevhatina vê dawiyê a navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê de hatiyr îmza kirin, têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa Suriyeyê bi giştî û Kobanî bi taybetî, çûna pêşmerge bo Kobanî ku, balansa leşkerî guhart hatin behis kirin.