Nivîsar

Referandum û helwesta Tirkiye

 Piştî serokê Kurdistanê Mesud Barzani di derbarê paşxistina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de pêşniyara ji aliyê hinek welatan ve hatî kirin qebûl nekir û bersiva wan da û behsa pêwistiya li darxistina referandumê kir. Helwesta Amerika û Tirkiye di vê derbarê de balkêşe.Barzani bi nave gelê Kurdistanê  dibêje: Heta wek vê gave tu alternatifek ku cihê referandumê bigre ji bo me nehatiye pêş. Referandum ne armance, armanc serxwebûna Kurdistanê ye . Bila kerem bikin li cihê referandumê wê alternatîvê ji me re bînin, referandum her pêwîst nake. Lê belê ji me re bêjin ku referandumê paş bixin û em dê vê û wê ji we re bikin, em dibêjin ku gelek soz dane me, lê belê ti ji wan (sozan) cîbicî nekirin, ji ber wê jî em referandumê paş naxin.Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk li herêmê rolek xirab dileyze. Di derbarê pirsa Kurdistana Başûr de ne duriste û heta radeyekê zererê dide siyaseta Amerika bi xwe jî. Di rastiya xwe de jî heta niha jî Amerika tucara raste rast arikariya pêwist ji Kurdistana Başûr re nekiriye. Qesra spî dema sedema dijderketina referandumê şerê dijê DAÎŞê ve girê dide şaşiyê dike. Tişta ku nehêle DAÎŞ li herêmê bimîne hêza pêşmergeyên Kurdistanê ye. Eger ne ji Pêşmergeyan bûya û hêviya Artêşa Iraqêve bûya niha Bexda bi xwe jî di destê DAÎŞê de bû.Ji aliyek din Tirkiye bi daxûyaniyên xwe li himber referanduma Kurdistana Başûr de siyasetek xelet rêve dibe. Heta wê radeyê ku tu ferq di navbera daxûyaniyên Bahçeli, Erdogan û Yildirim de nemaye. Bi kurtahî bi vî awayî siyaseta MHPê di derbarê Başûrê Kurdistanê de tê rêve birin.Tirkiye behsa yekitiya axa Iraqê û istiqrara herêmê dike. Ji berî her tiştekî yekitiya axa Iraqê ne problema dewleta Tirke. Ya din tecrûba Başûrê Kurdistanê daye xûyakirin ku ew bûne sedemek ya istiqrara herêmê.Dê Tirkiye 22ê Îlonê de li dijê referandumê çi helwestê bigre? Tirkiye behsa abloqeyek darayî dike. Dikare nehêle petrola Kurdistanê bighe behrê û sewqiyata petrola Kurdistanê li ser Tirkiyere bisekinîne. Dikare deriya Xabûr bigre. Û herweha li gora xwe hinek gavên din bavêje. Raste ev helwest dî bandora xwe li rewşa darayi ya Kurdistanê bike. Lê xûsarek mezin dide Tirkiye jî. Eger Kurd rê nedin Tirkiye nikare pêwendiyên pêwist li Bexdayê re deynin. Ji aliyek din Tirk guh bidin siyaseta Bereyê Turkmanî dê vegerin siyaseta xwe ya demê Tansu Ciller. Ev yek jî dê ji bo Tirkiye bibe sedemê pêşerojek ne diyar di herêmê de.Kurd bi çêkirina referandumê tu kesekî tehdit nakin û nabin tehdit li ser tu welatekî. Tenê doza mafên xwe yê rewa dikin, û miletek dixweze biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Raste her welat li gora berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Lê carê siyasetek çewt dibe sedemê têkçûna wan bi xwe jî.Nabê tu behsa dewletbûna Filistiniyan bikî û li dijê dewletbûna Kurda rawestî. Tirkiye dewletek wek Kibrisa  Bakur çekiriye başe kî nas dike ? Kî îtirafê pê dike?Eger Erdogan û AKP ji bo hinek berjewendiyên navxweyê Tirkiye hesabê hilbijartinên 2019ê bikin û ji bo vê sedemê siyaseta xwe li gora daxwaziyên Bahçelî dîzan bike û  tevbigerê, dê winda bike. Îro li Bakurê Kurdistanê bi sedê hezara kurd ji bo referandumê di nava heyecanekî de ne . Divê AKP hesabê Kurdên Bakur jî bike.Kurda gelek rojên tengasi dîtine û gelek bûyerên mezin ser kurdan ve hatine. Kurd li Başûr dixwazin mafê xwe yê rewa bi kar bînin. Ne ji mafê kesekiye  daxwazîyê ji kurda bikin ku biryarê li ser çarenûsa xwe nedê.Kurd hînê tengiyê bûne. Lê hinek welat nikarin tehemûla tengasiyan bikin û helwestên xirab dikare bibe sedemê rûxandina wan bi xwe .16.09.2017Dara Bilek  

Back to top button