
16.09.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Tamer Alsubhan Wezîrê Dewletê Şahnişîna Erebîstana Si’udiye yê Karubarê Kendavê kir.Li hevdîtinê de birêz Tamer Alsubhan rêz û silavên Padşayê Si’udiye û Cîhnişînê Padşayê Si’udiye bi Serok Barzanî ragihand û rêz û pêzanînên welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî. Her wiha tekez li ser berdewamî û pêşxistina dostayetiya kevnara Si’udiye û Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe jî ji bo navberkarî û bingehsaziya guftûgoya ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Kurdistan û Bexdayê de nîşan da.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pêzanînên xwe û gelê Kurdistanê ji bo helwest û girîngîpêdana birêz Şah Selman Bin Abdul’ezîz, Padşayê Erebîstana Si’udiye û birêz Cîhnişînê Padşa bi Kurdistanê derbirî û tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera Şahnişînê Si’udiye û Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê herdem dergehê li ser diyalog û guftûgoyê negirtiye.