CîhanReferandum

Qesra Spî û Tirkiye li dijê referandumê daxûyani dan

Piştî ku Mesud Barzani da xûyakirin ku ew referandumê paşnaxin, Ji Tirkiye û Qesra Spî daxûyanî li himber vê gotina Barzani hatin ragihandin.Serokê Kurdistanê duh li Amediyê axavtina xwe ya di ahenga pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê de gotibû: Duh heyetek li cem min bû, ez daxwazekê li we dikim, gelek xwe bi nûçe û gotinên televizyonan mijûl nekin. Heta îro ev alternatîva ku cihê referandumê bo me bigire, ji me re nehatiye. Referandum amraz e, ne armanc, amraz e ji bo serxwebûnê û armanc nîne, serxwebûn armanca me ye. Bila kerem bikin li cihê referandumê wê alternatîvê ji me re bînin, referandum her pêwîst nake. Lê belê ji me re bêjin ku referandumê paş bixin û em dê vê û wê ji we re bikin, em dibêjin ku gelek soz dane me, lê belê ti ji wan (sozan) cîbicî nekirin, ji ber wê jî em referandumê paş naxin.”Sekreterê ragihandinê yê Qesra Spi da xûyakirin ku, Amerika pişgiriya referanduma Kurdistanê nake. Ji ber ku pêkanina referandumê şerê li dijê DAÎŞê aloz dike. Di daxûyaniya qesra Spi de dibîje:Me her demî ji serokatiya kurdare gotiye ku referandum dê bandorê li şerê dijê DAIŞê û deverên azadkirî bike.Daxûyaniyê de hatiye gotin ku Amerika daxwaziya nekirina referandumê dike û di vê derbarê de dibêje: Em ji hukumeta herêma Kurdistanê dixwazin ku, referandumê nekin û li gel Bexdayê dest diyalogê bikin. Amerika amadeye ku di vê derbarê de hamû hesankariyê bike.Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan jê di bernameyek ya televizyonê de da xuyakirin ku, ew li dijê pêkanina referandumê ne. Di vê derbarê de Erdogan got: Me vekirî ji birêz Barzanire gotiye. Em li dijê referandumê ne ev tiştek ne aqilaneye. Eger referandum bê encamdan ew wek Tirkiye dê hinek helwestên pêwist bigrin. Pirsên aborî jî dê bêne pêş. Roja 22ê Îlonê civina konseya ewlekariyê heye , emê vê pirsê li wê civînê de bênin rojevê û helwesta xwe diyar bikin.

Back to top button