Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê: Biryara dûrxistina waliyê Kerkûkê bi cî nabe

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de li dijî biryara parlamentoya Îraq ya dûrxistina waliyê Kerkûkê ji postê walîtiyê derdikeve û dibêj ku bi tu awayî ew biryara parlamentoya Îraqê nayê qebûl kirin.Teksta peyamê:Biryara neberpirsane ya parlamentoya Îraqê ya durxistina birêz waliyê Kerkûkê ji posta walîtiyê, ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nayê qebûl kirin û em dê bi her awayî hevkarî û piştevaniya birêz waliyê Kerkûkê ku ji aliyê civata wîlayeta Kerkûkê ve hatiye hilbijartin, berdewam dibin û weke waliyê şeriî yê Kerkûkê em dê miamileyê pê re bikin.Birêz waliyê Kerkûkê di warê îdarekirin, pêşxistin, dabînkirina aramiyê, xurtkirina pêkvejiyan û aşitiyê di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Kerkûkê de roleke diyar û berçav heye û mafên hemû pêkhateyan diparêze, diviya bû ji aliyê parlamento û ji aliyê berpirsên din yên Îraqê ve destxweşî û piştevanî lê bihataye kirin, ne biryara drxistina wî bidin.Îraq di rewşeke dijwar de derbas dibe, li şûna ku lêbixebite rewşa dijwar aram bike, ew biryareke bi vî awayî derdixe û nakokiyan kûrtir dike.Ev biryara parlamentoya Îraqê ku dê wke hibir li ser kaxezê bimîne, nîşna wê yekê ye ku li Îraqê lojîka hêza piraniyê bidawî nehatiye û pênaçe bi dawçî jî were, herwesa ev biryar wê yekî jî îspat dike ku, tirs û nerehetiya gelê Kurdistanê di cî deye û mafê rewaya gelê Kurdistanê ye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.Hikûmeta Herêma Kurdistan15.09.2017

Back to top button