Polîtîk

Parlementoya Kurdistanê biryara referandumê pesendkir

Parlementoya Kurdistanê piştî 2 salan cara yekem îro civiya. Kombuna parlementoyê serokatiya cîgirê parlementoyê rêve çû. Civîn piştî li hevhatina PDK, YNK û Yekgirtûyê hate li darxistin. Rojeva civînê referanduma serxwebûna Kurdistanê bû.Tevgera Goran û Komele dabûn xûyakirin ku, ew beşdarî civînê nabin.Ji bo rûniştina parlementoyê 62 parlementera îmze komkirîbûn û di encam de, 68 parlementer di civînê de beşdar bûn.Di civînê de bi piraniya dengên parlementera biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistana Başûr hate pesendkirin.

Back to top button