Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê ragihand posta Serok Komar para Kurde, ji ber ku ev post garantiya parastina mafê Kurde li Iraqê da.
Li hevpeyvîneke li gel kanala Al Arabia Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê di derbarê pêkanîna Hikumeta nû û posta Serok Komarê Iraqê ragihand “Posta Serok Komar beşa Kurde, li gor destûr jî klîla pêkanîna hikumetê destnîşankirina Serok Komare, divê peymanek ji aliyê di navbera aliyên Kurdistanê hebê ji bo diyarîkirina kesek ji bo vê poste”.
Di derbarê rola Kurd li Bexda, Zêbarî ragihand ku kutleyên Kurdan bi zêdetirîn bandor û hebûna xwe li nav Parlemena Iraqê da hebûye. Peymana di navbera siyasiyan piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê zelaltir dibin.