Polîtîk
Ciwanên Kurdistanê li nirxên netewî xwedî derdikevin
Piştî PKKê bi navê Ciwanên BDPê li Diyarbekirê dijê serokê Kurdistanê û PDKê xwepêşandanek kir û di pankratên hildayîn de serokê Kurdistanê bi xiyanetê itham kirin, hinek malperên kurdî de li himber vê helwesta BDPê nivîs derketin .
Di serî de Tevgera Ciwanên Kurdistanê û hinek aliyên siyasî ev yek şermezar kirin. Beşek gelek hindik rewşenbîr û nivîskarên kurd ev yek şermezar kirin.
Lê piranî bê deng man.
Doh li Amedê Tevgera ciwanên Kurdistanê bi vekirina standek ku hemû Alên Kurdistanê li ser dihata belav kirin ev êrîşa BDPê li dijê xeta netewî şermezar kirin. Ciwanên Kurdistanê li Amedê li kolana Hûnerê Ala Kurdistanê belev kirin û ji bo xelk li hestên xwe yên netewî xwedî derkevin çalakiyek gelek di cihde û wtadar bû.