Dijminatiya kurd bi kurd ne li berjewendiya kurdan e
Eve nêzî mehekê ye ku alîgirên BDP ê li Bakurê Kurdistanê li dijî PDK ê û Barzaniyan êrîşeke ku ji pîvan û ûsûlan bihuriye dimeşîne.
Beriya vê demekê li bajarê Mêrsînê û Stenbolê jî hin alîgirên BDP ê bi pankarteke ku nayê qebûl kirin êrîşî rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribûn. Mixabin rêveberiya BDP ê li himber vê êrîşe tu helwest negirti bû.
Nuha jî li Amadê li ser navê ciwanên BDP ê bi pankarteke êrîşkar ev helwesta bi awayekî tundtir berdewam dike.
Em van helwestana şermezar dikin û li dijî berjewendiyên miletê Kurd dibinin.
Ew şêweya ku ji aliye BDP yîyan tê bikaranîn, mixabin ne şêweya çareseriya pirsgirêkên nava Kurdan e.Dijminatiyê kûr dike.
PKK û BDP yî eve demeke ew hendekên(Çal) ku di navbera başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê hatine kolandin dikin hecet û êrîşeke dijwar li dij PDK ê didomînin. Di eslê xwe de ev êrîş zerarê dide Dewleta Başûrê Kurdistanê.
Sedem çi dibe bila bibe, mafê tu kesî tune ye ku dîsa bibe sedemê birakujiyekê an dijmanatiyeke di nava kurdan de. Bi biryara Hukûmeta Başûrê Kurdistanê eve çend sale li dora Hewlêrê û Kerkukê ev hendekana hatine kolandin.Û bi xêra van hendekana him li dij êrîşên terorîstî û him jî li dij mihaweleyên dijminane yên Malîkî parastin û destkeftinên berbiçav bi dest xistiye.
Ev hendekên di navbera başûr û başûrê rojava hatine kolandin jî beşek e ji pêwistiya parastina Dewleta Başûrê Kurdistanê ye û bi birayara Hükûmeta Başûrê Kurdistanê têne kolandin. Ev tedbîra ne li dij gelê me yê başûrê rojava hatiye stendin. Ev hidûda ji bo kiryarên terorîstî di bin xeteriyê de bû, ji ber vê yeke ev gav hatiye avêtin. Deriyekî resmî ji bo çûyin û hatinê ,di navbera başûr û başûrê rojava de vekirî ye.Û pêwistiyên başûrê rojava dikare di vî derîyî de bêne çareser kirin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî divê bi her awayî piştgirî û alîkariya birayên me yên başûrê rojava bike. Her mafekî li başûrê rojava Kurd bidestbixînin, destkeftin û serkeftina hemû Kurdan e.
Parastina mafê serwerî û ewlekariya Dewleta Başûrê Kurdistanê ne bes wazîfeya başûriyan e,ew wazîfeya her Kurdekî ye jî. Û heger pirsgirêk di navbera PYD û PDK ê an Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de he be jî, ne bi ziman û helwesteke dijminane, lê bi giftûgoyan û bi rêyên aştiyane divê bêne çareser kirin. Xêrnexwazên miletê Kurd ji bo pirsa Kurdistanê bi îradeya azad a miletê me neyê çareser kirin, bi her awayî plan û projeyan pêk tînin, dixwazin tevgerên Kurdan ji xeta neteweyî dûr bixin û wan bi hevbixin. Divê temama Kurdan jî hay ji van lîstikan hebin û pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê û bi aqli selîm çareser bikin.
Em dibêjin bila hêzên neteweyî yên her çar perçeyan di vê derbarê de helwesteke yekgirtî bigirin û nehêlin ku dijminatî di nava milete me yê perçebûyî de kûr bibe.Û em dibêjin bila li başûrê rojavayê Kurdistanê,PYD û partiyên din li gorî Rêkeftina Hewlêrê tevbigerin.Bila Desteya Bilind ya Kurd bibe xwedî desthilat û ji bo çarenivîsa rojavayê Kurdistanê bibe xwedî biryar.Divê azadî û demokrasiya başûrê rojavayê Kurdistanê bi îrade û deste hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî bêne hûnadin.Yek rengî ne li gorî berjewendiyên miletê me ye. Yekitiya neteweyî û pirrengî, pirdengî dê serkeftinê ji miletê me re bîne.
10.05.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî