PYD rê neda Siud Melle Serokê PDK-S biçê Rojavayê Kurdistanê

Siud Melle Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê, di dema vegeriyana wî ya ji Tirkiye yê li nava axa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD rê lê tê girtin û nahêlin derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bibe.

Li vî derbarî de Nurî Brîmo Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye li daxuyaniyeke taybet da  vê nûçeyê piştrastkir û ragihand ku Siud Melle Sekreterê Giştî yê Partiya wan li ser Merzî derbasî Qoser(Kiziltepe) de li dema vegerana Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD ve rê lê hatiye girtin û jê re gotine ku tu Sekreterê Partiyeke qedexekiriyî li Rojavayê Kurdistanê ji bo wê yekê nikarî biçî nav axa Rojavayê Kurdistanê. Eger tu bixwazî bêyî nav axa Rojavayê Kurdistanê divê tu bêyî dadgeh kirin.

Nêrînek

  1. Di van sih salén díroka réxistin ú tevgera Pkk,BDP,pyd,ú hevalbendén vé tevgera serhişk de,gelek caran ú heta íro jí li bakur nehiştin ú nahélin ew siyasetmedar ú rewşenbír,ú çalakvanén ku ne li gor wan hemfikirin vegerin welaté xwe ,nimúne ,li bakur Hunermendé mezin Şivan perwer,ú gelek kesén kurdperwer hene ,heta íro jí érişé wan tékirin.Pitir ji dused hezar penaberén rojavayé welat li başúr derbider búne,bi saya siyaseta pyd-é ya bi daré zoré,ú şideté,ú yekpartiti ú ne kurdewari yé.Ew silogan ú dirúşma li bakur hate /té bikaranin niha derbasi rojava bú ye: “herkesé ne bi mere ew dijmine ú xayine”.Véca ez ji beréz Siud mellere sebir ú siyasetek demokratik ú aqilane hévi dikim.cimku li híc ú ti deveré cihané de diktatoriet bi serneketine ú dúr-nézik zewal búne.

Nerîna min :