CîhanFlaş

Şerê di navbera DYA û Îranê de gihîştiye astek nû

Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) temamkirina şeva 13emîn a êrîşan li dijî Îranê ragihand. Daxuyaniyê destnîşan kir ku armanca operasyonê, qelskirina şiyanên leşkerî yên Îranê, navendên fermandariyê, depoyên dronan, torên ragihandinê, xalên çavdêriya peravê û hêza deryayî ne.

CENTCOMê diyar kir ku armanca sereke ya operasyonan kêmkirina gefên li ser keştîyên bazirganî û deryavanên sivîl ên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin e. Daxuyaniyê tekez kir ku Tengava Hurmuz ji bo trafîka keştîyên bazirganî vekirî dimîne û transît bi piştgiriya artêşa DYAyê berdewam dike. Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 50,000 leşkerên DYAyê li herêmê hatine bicihkirin.


Medyaya dewleta Îranê ragihand ku li Hondab, Xuramabad, Taft, Şîrkuh, Anarak, Borujerd û Konarak dengê teqînên bilind bihîstine. Ajansa Nûçeyan a Fars, ku nêzîkî Pasdarên Şoreşê ye, ragihand ku mûşekên Amerîkî deverên nêzîkî Hondabê li parêzgeha Markazî kirine armanc.

Hêjayî gotinê ye ku Hondab tesîsa hilberîna ava giran a girîng a Îranê û kompleksa nukleerî dihewîne. Heman çavkaniyan ragihandin ku teqînek li başûrê Xurmabadê çêbûye, lê Ajansa Nûçeyan a Tasnim ragihand ku teqînên hevdem li bajarên din çêbûne.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Mehr ragihand ku di dema êrîşan de pergalên parastina hewayî li rojhilatê Tehranê hatine aktîvkirin. Ajansa Nûçeyan a Tasnim, bi îdiaya rayedarên parêzgeha Xuzistanê, ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Amerîkî yên li nêzî Ehwazê de çar kes mirine û pênc kes birîndar bûne.

Li gorî medyaya navneteweyî, êrîşên Amerîkî, ku 13 roj in berdewam dikin, wekî beşek ji hewldanek ji bo ewlekirina bazirganiya deryayî li Tengava Hormuzê û Deryaya Sor têne hesibandin. Ji ber pevçûnê, bihayên petrolê ji 100 dolarî zêdetir bûn, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku krîza li Rojhilata Navîn “li ber derketina ji kontrolê ye”.

Back to top button