
Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê Quteybe Bedewî ev yek di daxuyaneiyekê de ragihand û diyar kir ku biryara vekirin dergehê tê piştî serdaneke fermî ya berhemdar bo Turkiyê.
Quteybe Bedewî da zanîn jî ku vekirina dergehê Qamişlo – Nisêbîn destpêka sala dê tevgera bazirganî û ya rêwiyan di navbera herdu welatan de geş bike.
Ji aliy6ê xwe ve, Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê Umer Bolat, di korbenda Weberhênanê ya Sûrî – Turkî de, ragihand ku kar bilez tê kirin ku berya dawiya sale Dergehê Nisêbîn – Qamişlo, li pêş tevgera bazirganî û rêwiyan û tranzîtê were vekirin.
Destpêka vê meha Tîrmehê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê Quteyba Bedewî serdana dergehê Qamişlo – Nisêbînê kiribû û rewşa dergeh ji nêzîk ve şopandibû, wê demê jêderekê jî ji Welat TV re ragihandibû ku karên nûjenkirina dergehê Qamişlo – Nisêbîn bi rê ve diçin.


