FlaşPolîtîk

Dê li Silêmaniyê bi cih bibin..!

Li Tirkiye van demên dawî gelek behsa amadekirina qanûnekî ji bo vegera çekdarên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê û herweha behsa vegera berpirs û endamên vê rêxistinê yên li ewropa tê kirin. Li ser berpirsên PKKê îdiayek din heye. Nivîskara rojnameya Nefes a Tirkî Nuray Babacan di nivîseka xwe de behsa pêvajoyê dike û dibêje:

”Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cihê kadroya rêveberiya PKKê ya 200 kesî, ku di tu şert û mercan de nayê xwestin ku vegerin Tirkiyeyê, hatiye zelalkirin. Piştî komek civînan, bi taybetî li herêmên Sûrîye û Bakurê Iraqê, tê plankirin ku ev kes li herêma Silêmanîyê ya Bakurê Iraqê werin bicihkirin.

Tê ragihandin ku stratejiya derbarê şandina kadroya rêveberiya PKKê bo welatên sêyemîn, di serî de Ewropayê, piştî valakirina Qendîlê hatiye guhertin.

Biryar hatiye dayîn ku ev kadro divê li herêmek kontrolkirîtir be ji ber ku îhtîmala wan ji hêla rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî ve were bikar anîn. Herêma ku tê tercîhkirin, ew herêm e ku ji bo çavdêrî û kontrola Tirkiyeyê guncawtir e.

Back to top button