Kurdistan ji bo Îranê hêla zêrîne

Piştî ku heftiya derbasbûyî hevdîtinên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê bi dawî bûn û di encamê de di navbera her du aliyan de biryara hêleke boriya neft û gaz hate dayîn rojnamevanên Îranê vê hêla boriya Kurdistanê wekî hêla zêrîn bi nav dikin.

Ajansa nûçeyî ya Îranî Mehr, nûçeyek di derbarê îmzakirina peymana neftî li gel Wezîrê Samanê Siruştiyên Kurdistanê belav kiriye ku têda biryar dane dû boriyên neft ji Herêma Kurdistanê ve rakêşin nav axa Îranê û rojane 3 heta 4 milyon lîtir berhemê neftî ji Îranê ve bişînin Herêma Kurdistanê û li beramber da Herêma Kurdistanê li rêya wan boriyan neftê bişîne Îranê.

Her çende ev peyman li ragihandina Kurdan de zêde cîh negirt, lê belê gelek ajans û rojnameyên Îranê vê peymanê wekî destkeftekî dîrokî behs dikin û malpera Mehr bi peymana mezin bi nav kiriye û ajansa Fars News li raporek da gotiye (Kurdistana Iraqê, nîştîmana hela zêrînane, bila ji dest nedîn) Kurdistana Iraqê li sayeya budçeyekî mezin geş dike û eve jî ji bo Îranê helekî zêrîne ku mixabin bi sedema burokrasiyê welatê me û sistiya hinek kompanyayan mijule wê helê ji dest didin.

Nerîna min :