Polîtîk
IMPR Encamên hilbijartinên Iraqê li Enqerê dinirxîne
Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) di derbarê encamên hilbijartinên 30 nîsanê yên li Iraqê li avahiya xwe ya li Enqerê de panelek di vî warî de saz dike.
Panela IMPR ya li ser encamên hilbijartinên Iraqê ji aliyê Dr Bayer Doskî (Ji Zanîngeha Dihokê) û Şêwirmendê IMPR ve li 14.05/2014 li avahiya IMPR ya li bajarê Enqerê dê sazkirin.
Di vê panelê de wê Dr Bayer Doskî encamên hilbijartinan binirxîne û bandora wê ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û bandora Tirkiye, Amerîka û Îranê ya li ser hilbijartinan binirxîne.