NivîsarVîdeo

Pîroz be, serkeftina we serkeftina gelên Kurdistanê ye

Îro ji bo başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdan rojekî dîrokiye. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê yê berê, roja 28ê Gulanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin û îro 10ê Hezîrana 2019ê bi rewrismek girîng sund dixwe. Bi minasebeta sundxwarinê ji Iraqê, welatên cîran û ji hemû cihanî kurd û , berpirsên welatan, hêzên siyasî erebî û Kurdistanî, dîplomatên biyanî hatine vexwandin.

Dema Barzanî wek serokê herêmê hate hilbijartin  gelek kesayetên xwedî postên bilind yên welatan ji Amerikayê heta Rusya, ji Afrika heta Rojhilata Navîn û hemû aliyên Kurdistanî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin.

Bê goman bare ketî li ser milê Nêçîrvan Barzanî gelekî girane. Ji ber ku hêviyên mezin jê hene, cihan hemû li benda Nêçîrvan Barzaniye. Nêçîrvan Barzanî di dema serokwezîriya xwe de wek endazyarê avakirina Kurdistanê hate bi nav kirin. Nêçîrvan Barzanî Kurdistan a wêran û kavil ji nûve ava kir û anî asta welatek modern.

Îro jî pirsgirêkên mezin li pêşîya serokê herêmê yê nû hene. Rewşa Kurdistanê û çespandina demokrasiyê li Kurdistanê, pirsa herî girîng yekrêzikirina hêzên Pêşmerge ji bo heyîna hêzek niştimanî ye. Ji aliyek din ve pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr gelekin, cîbicîkirina madeya 140 yek ji pirsgirêkên  herî girîng e.

Ji aliyek din statuya Kurdistanê li herêmê û cîhanê bi awayekî hêviya çareseriyê ye. Tê zanîn ku heta Kurd li cîhanê de nebin xwedî dewlet tu demana wan tuneye. Ji bo vê yekê di ware dîplomasiyê de belkî ev babet  mijara herî girînge ku ber bi çareseriyekî ve here. Di vê rêyê de astengên gelek mezin hene, di nava kurdan de, li herêmê û cîhanê de asteng gelekin. Lê bawerî heye ku zanyariya dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî vê pirsê dikare ber bi çareseriyê ve bibe.

Di aliyê darayî de Kurdistan qonaxek gelek zehmet şûn xwe ve hişt. Niha rewş gerek ber bi başiyekî serkeftî ve herê. Ji bo vê yekê jî çareserî destê serokê nû yê Kurdistanê de ye.

Bila serokatiya Nêçîrvan Barzanî li hemû Kurdistaniyan pîroz be. Serkeftina Nêçîran Barzanî serkeftina gelên Kurdistanê ye.

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

NÊÇÎRVAN BARZANÎ KÎYE..

https://www.facebook.com/Ganganiparti/videos/339315783415323/

Back to top button