Jiyan û serkeftinên Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî, berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û berbijêrê cihê razîbûna piraniya aliyan e. Nêçîrvan Barzanî kurê mezin ê serkirdeyê diyar ê şoreşên Îlon û Gulanê, Îdrîs Barzanî ye.
Roja 21ê Îlona sala 1966 li bajarokê Hacî Omeran, li qezaya Çomanê ya Parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Temenê wî tenê 9 sal bû, dema ku ji ber têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975an de tevî malbata xwe koçberî Îranê bû.
Ew ciwanekî zîrek bû, hem di nava Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê de, hem jî di nav Partiya Demokrata Kurdistanê de, ew xortekî gelekî çalak bû, ji ber wê yekê sala 1989ê di Kongreya 10an de, wek endamê Polîtburoya PDKê hat hilbijartin û di Kongreya 13an de bû cîgirê serokê partiyê.
Nêçîrvan Barzanî neviyê sêyem ê siyasetvanên serdemî yên Kurdistanê ye û wek siyasetmedarekî geşbîn û xwedî îrade tê naskirin. Ew bi wê yekê navdare ku bi nermî, bi tolerans danûstandinê ligel hêz û aliyên cuda dike. Di dema alozî û nakokiyên siyasî yên Kurdistanê de, wî weke karakterekî navbeynkar rola xwe lîst. Dema ku ew di danûstandinekê de tê dîtin, hem xelkên Kurdistanê, hem jî ji derve, êdî her kes digihê wê baweriyê ku ji wan danûstandinan çareserî derdikeve.
Nêçîrvan Barzanî, bi awayekî aktîv li eniya Silêmaniyê beşdarî raperîna 1991ê bû. Herwiha di qonaxên piştî raperînê de jî ji aliyê hinek kesan ve wek endazyarê avakirinê dihat nasandin.
Nêçîrvan Barzanî ji sala 1996 heta 1999ê wek cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rasterast tevî karê hikûmetê bû. Di wê demê de ligel dijwarbûna qonaxê, wek karakterekî diyar di nava hikûmetê hate naskirin û dengê wî gelekî bilind bû, piştre jî ji sala 1999 heta 2005ê di Kabîneya Çarem de bû.
Di wê kabîneyê de çêkirina rê û cadeyan ketin nav plana hikûmetê, plana pêşxistina Hewlêrê weke paytext destpê kir û Duhok bi awayekî zêde bi pêşket. Pira Bilind a Nexweşxaneya Komarî li Hewlêrê bi dîzayneke balkêş hate çêkirin, çêkirina Parka Samî Ebdulrehman destpê kir û girîngeke mezin ji bo karên hunerî û rewşenbîrî hate dayîn. Avakirin û parvekirina zeviyên niştecihbûnê destpê kir û bawerî ji bo bankayan hate vegerandin.
Ji projeyên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî yên mezin avakirina balafirxaneyên navdewletî ya Hewlêrê û Silêmanî bûn.
2 projeyên elektrîkê yên 29 megawattî hatin çêkirin, ji 2500 gundên wêrankirî yên Kurdistanê hezar û 600 gund hatin avakirin.
Di nava 3 salan de 3 milyon dar hatin çandin, 292 kompanya hatin tomarkirin û hejmara wan gehişte 553 kompanyan.
Nêçîrvan Barzanî, di Kabîneya Pêncem a Yekgirtî de ji sala 2006 heta 2009ê bû serokwezîr û serkirdayetiya qonaxeke nû û hestyar a hikûmeta Kurdistanê kir. Di wê kabîneyê de ji bo pêşxistina perwerde û kiştûkal planên stratejîk hatin danîn. Herwiha bi yasa û bi awayekî pratîk asankarî ji bo zêdekirina weberhênan, peydakirina cihên niştecihbûnê, avakirin û bilindkirina asta debara xelkê hatin kirin.
Ji sala 2012 heta 2014 careke din di kabîneya heftan de, Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Di 2014an de dîsa wek serokwezîr hat hilbijartin heta 2019an.
Di warê hikûmdariyê de jî, çend destpêşxeriyên stratejî yên Nêçîrvan Barzanî hebûn, bi taybetî di warê tendirustî û perwerdeyê de. Herwiha siyaseteke aborî ya nû di warê enerjiyê de danî. Vê yekê jî Kurdistanê xiste ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê û pêwendiyên Kurdistanê bi derdor û cîhanê re bihêz kir û li pêşberî êrişên piralî jî Kurdistan parast.
Li ser asta civakî jî, karekî baş kir. Weke redkirina tundûtûjiyê li hemberî welatiyan, parastina mafên jinan, bicîkirina siyaseta parastina jîngeh û xwezayê di siyaseta hikûmdarî ya Nêçîrvan Barzanî de rengekî xweş da.
Di heyama Nêçîrvan Barzanî de:
Rêjeya xwendinê ji %66 bilind bû, bû %86
Hejmara zanîngehên hikûmî ji 3, bû 8
13 zanîngehên taybet hatin avakirin
Hejmara nexweşxaneyan ji 26an, bû 76
Hejmara navendên tendirûstî ji 178an bû 961
Hejmara nexweşxaneyên taybet ji 1ê bû 49
Hejmara pizîşkan ji 826an bû 6.693
Herêma Kurdistanê bû xwediyê 76 yarîgehên werzişî
1016 yarîgehên biçûk
4 stadyûm hatine çêkirin
41 melevangehên giştî hatine avakirin
Di warê medyayê de jî pêşketinên mezin çêbûn:
72 televizyonên navxweyî hatin damezrandin
129 radyo hatin vekirin
30 televizyonên esmanî dest bi weşanê kirin
Di warê projeyên ava xwarinê û keskayê de jî, karên mezin hatine kirin
Keskahî gehişte 12 mîlyon û 526 hezar û 590 metre
Kurdistan bû xwediyê 20 projeyên mezin ên ava vexwarinê
3 mîlyon 97 hezar û 903 metre boriyên avê hatine kişandin
Nêçîrvan Barzanî di projeyên xwe avadankirina Kurdistanê de nesekinî, rê hatine avakirin û xizmeteke mezin ji welatiyan re pêşkêş kir
43 mîlyon û 717 hezar û 578 metre cade hatin qîrkirin
100 km rêya cotsaîd hat çêkirin
539 km rêya yeksaîd hate avakirin
6 hezar û 523 km rê bo gundan kişandin
Bajarên Kurdistanê xweşik bûn, avakirina tûnêlan çûn û hatin rihet kir. Di demekê de ku krîza aborî û şerê DAIŞê gelekî dijwar bû, lê li hemberî wê rewşa dijwar, îradeya avakirinê zêdetir bû, li Hewlêrê Cadeya 120 Metrî hat çêkirin, dîsa li Hewlêra paytext otostrada 150 Metrî jî destpê kir.
Ji ber mezinbûna pêgeha aborî ya Kurdistanê û aramî û siyaseta enerjiyê, peywendiyên ligel welatên cîhanê berfirehtir bûn. Niha li paytexta Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 konsulxane û nûnerayetiyên welatan hene, yek ji wan Amerîka ye, ew niha konsulxaneya xwe ya herî mezin li Hewlêrê ava dike.
Nêçîrvan Barzanî, qonaxên gelekî dijwar, weke hatina DAIŞê, hatina 2 milyon koçber û penaberan ji bo Kurdistanê û daketina nirxê petrolê ji bo 25 dolaran, bi aramî, bêhnfirehî û aqilane, bi xwe-bawerî di kabîneya heştem a Hikûmeta Kurdistanê, ew qonax hemû derbas kirin.
Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û dijatîkirina wê ji aliyê welatên cîran ve, dema ku piraniya dewletan pişta xwe dan gelê Kurd, Nêçîrvan Barzanî dîsa di lûtkeya bêhêvîbûna herî zêde ya hemwelatiyan de, ew bi roleke mezin rabû, Kurdistan dubare rakire ser piyan, û hebûna statuya Herêma Kurdistanê parast û careke din pêwendî bi welatên navçeyê û hêzên mezin ên cîhanê re ava kirin.
Nêçîrvan Barzanî bi wê yekê tê naskirin ku mirovekî, rihet e, vekirî ye û di nava xelkê ye, ji xelkê gelekî nêzîke, gelekî jî hezkirî ye. Pêwendiyên wî yên nerm û berfireh bi kesayetî û civaka Kurdistanê re hene, bê dudilê alîkariya wan kesan dike, dema ku pêwîstî pê hebe.
Nêçîrvan Barzanî li ser asta Kurdistanê, di avakirina danûstandinan û çêkirina aştiyê de bi roleke sereke rabû. Li ser asta navçeyê û cîhanê jî metoda diyalogê û ji hev têgihîştineke bi balans pir bi ciwanî parast û birêve bir.
Ji xeynî karê siyasî û birêvebirina karûbarên hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ya rojane baş program kiriye. Pir ji sporê hez dike. Ew serê sibê zû ji xew radibe, her roj hem sporê dike û hem jî dixwîne. Herwiha ji ajotina piskilêtê û çiyavaniyê jî pir hez dike, siwarekî baş yê piskilêtê ye.
Bi zimanên Farisî, Erebî û Ingilîzî dizane. Pir meraqdarê helbest û edebiyata Kurdî û ya navçeyê ye. Dixwaze di serdema Serokatiya Herêma Kurdistanê de, ji bilî erkên xwe yên din, girîngiyeke zêdetir bide ziman, kultûr û hunerê.
Nêçîrvan Barzanî wek berbijêrê PDKê, dibe duyemîn Serokê Herêma Kurdistanê.
Rûdaw