Hevpeyvîn

Peyva serokwezîr di merasima naskirina kela Hewlêrê ji aliyê UNESCO

Di merasima naskirina kela Hewlêrê weke beşek ji kelepûra cîhanî ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî UNESCO yê ve, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê ye:

Amadebûyên birêz

Mêvanên azîz

Êvara we baş û hemû alî bi xêr bên

Ez kêfxweş û bextewer im digel we yên birêz di vê merasimê de bi hev re bibîne şahidê serkeftineke din ya Kurdistanê, şahidê avêtina ngaveke din ya mezin û giringa Kurdistanê ber bi cîhanê ve ku, ew jî naskirina kela dîrokî û dêrîna Hewlêrê ye weke beşek ji şûnwarên cîhanî û beşek ji kelepûrê dîrokî û kulturî yê mirovatî û dinyayê.

Naskirin û bicîkirina navê kela Hewlêrê di lîsteya cîhaniya şûnwarên dîrokiyên dinyaê de, serbilindî û şanaziyeke mezine ji bo Hewlêr, Kurdistan û hemû Îraqê, heta bo Rojhilata Navîn jî bûyereke giring û gelek bi qîmet e.

Kela Hewlêrê ew cîyê bi dirêjiya şeş hezar salên temenê xwe, rihên xwe di kûratiya dîrokê de avêtine, bi dehan şaristtanî û desthilatdariyên cuda yên împirator, padîşah û serkirdeyên cîhanî û herêmî bi rê kirine û di hemû çax û serdeman de hertim ji bo parastina Hewlêr û xelkê wê mertal bûye.  Tirsinaktirîn hêz û arteşên dagîrkeran têkşikandine û ew bi xwe, weke hertim, bi serbilindî û serferazî di nav cergê vî bajarî de maye.

Di dîroka nêzîk jî de, Kela Hewlêrê bi dehan kesatîyên navdar û jêhatî di hemû waran de ji bo Kurdistanê pêgihandine, û awayê jiyan, kultur û kelepûrê Kelê bûye beşek diyar û sereke yê pêkhateya jiyana civakî û Kultirî ya Hewlêrê, her vê yekê jî wisa kiriye ku, Kela Hewlêrê, yan jî weke hewlêrî jê re dibêjin”Qeratî Hewlêrê” di sedan helbest û stranan de û di edebiyata kurdî de rengdaneke diyar û ber bi çav hebe. Mafê hewlêriyan û timama xelkê Kurdistanê ye îro şanaziyê bi vê destkeftiya mezin bikin û bi wê yekê serbilidn bin ku, kela Hewlêrê dikeve nav rêza şûnewarên dîrokiyên cîhanî de û dibe milkê timama mirovatiyê.

Bi vê minasibetê, ez dixwaz im ji dil, bi navê xwe û navê hikûmet û xelkê Kurdistanê, sipasî û destxweşiyî li rêxistina UNESCO ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û Komisyona balaya nûjenkirina kela Hewlêrê û bi tyabetî serokê komisyonê birêz kak Dara Yequbî û hevalên wî bikim ku, di pirosesa nasandina kelê weke şûnwarek cîhanî gelek zehmet dîtin.  Sipasiya desteya şûnwarên Îraqê, nûnerê UNESCO li Îraqê û hemû wan welatan yên beşdarî di nûjenkirina Kelê de kirî û bi taybetî sipasiya waliyên Hewlêrê û hemû aliyên peywendîdar û wan welatan dikin ku, ji bo kela Hewlêrê deng dan ku bikeve nav lîsteya şûnwarên cîhanî de.

Bi vê minasibetê, bi navê xelkê Kurdistanê, bi navê xelkê Hewlêrê bi germî bixêrhatina rêvebira giştiya rêxistina UNESCO a ser bi Neteweyên Yekgirtî Îrîna Bakova bikim ku, di vê merasimê de amade ye û divê dosyeyê de zêde hevkarî kiriye. Em sipasiya wê dikin û bixêrhatina wê bo Kurdistan û Îrtaqê dikin.

Amadebûyên birêz

Raste em niha di marasimeke kulturî ya giring dan û serkeftineke din ya Kurdistanê pîroz dikin, lê belê di rojeke wisa de çênabe em behsa rewşa welêt û herêmê nekin ku, berhingarî teroreke hovane û rewşeke dijwar de derbas dibe. Rewşeke wisa ku, Kurdistan bûye xeta pêşîna cenga hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û pêşmergeyên qaremanên Kurdistanê nuha li şûna hemû cîhan û mirovatiyê bergiriyê ji xak, xelkê Kurdistan, cîhanê û buha û nirxên dinyaya azad dikin û ji bona wan nirx û buhayan şehîd û birîndaran dibin. Herwesa digel xwîşk û birayên xwe ji bo piştevaniya Kobanî bi hev re têdikoşin û bergiriyê dikin. Silav û rêz ji bo hemû ew qaremanên îro li çeperên şer ji bo bergiriyê ji welêt, ax û niştiman de şev û rojan dikin yek.

Di vê rewşê de digel yekêtî û yekrêziya niştimaniya hêz û aliyên siyasî, xelk û pêkhateyên Kurdistanê ku, wek hertim şertê yekemîn ê hemû serkeftinên me ye, piştgirî û hevkariya dostên me li cîhan û deverê, bûye sedemê hindê pêşmerge ku, berxwedaneke mêrxasane dike û bi canê ”yan Kurdistan yan nemna” li eniya şer e, însiyatîvê bixe destê xwe  û rojane di pêşrewiyê de be û roj li pey rojê terorîstan têkbişkîne.

Ji bona serkeftinên mezintir û zêdetir têkşikandina terorîstan, pêşmerge pêwîstî bi çekê giran, rahînan û zêdetir hevkariya dostan û civaka navdewletî bi giştî heye. Careke din sipasiya hevpeymanan û hemû wan dostan dikin ku, di warê serbazî û mirovî de piştgirî û hevkariya me kirin û em li benda hevkariyên zêdetir in.

Aliyekê din yê dijwariya rewşê eve ku, ji destpêka îsal ve hikûmeta federaliya Îraqê budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê biriye û ji encamê siyaseteke şaş û şikestî qûtê xelkê Kurdistanê kir karteke fişarê di nakokî û pirsgirêkên siyasî de li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bikar bîne, ev yek jî bi wê hêcetê ku, qaşo herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe neftê difiroşe! Ku ji hemû rastiyan dûr e û piştî birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hîngê hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi firotina neftê kir. Lê xweragiriya hevwelatiyên Kurdistanê û tehemula wan li hember bêbudceyî û miaşiyê siyaseta wan yên ku ji encamê şaşî, miamile û siyaseta şaş hemû Îraq ber bi karesateke siyasî, emnî û serbazî bir, şikênand.

Ji dil sipasiya hevwelatiyan, karmendan û timama xelkê Kurdistanê dikim ku, tehemula wê rewşê kirin û dikin, sipasiya karsaz, kompanî û belênderan dikim ku, tevî nebûna budceyê dest ji karên xwe bernedan û li ser pirosesa avadankirina Kurdistanê û encamdana kar û pirojeyan berdewam bûn.

Ez dixwaz im ji hemû xelkê Kurdistanê re bêj im: piştî xebat û tekoşîneke mezin, hikûmeta herêma Kurdistanê di çareserkirina kirîza êkonomî de berdewam dibe û hêvîdar e di demek nêzîk de ew kirîz çareser bibe. Hemû karmend û xwedîmiaşên herêma Kurdistanê dilrehet dikim ku, tu miaşên wan jinav naçin û hemû dê bi timamî miaşên xwe werbigirin.

Amadebûyên birêz

Ka çawa me li herêma Kurdistanê yekêtî û yekrêziya xwe parast û me hemûyan bi hev re hikûmeta herêma Kurdistanê pêkanî, me gelek îsrar li ser wê yekê kir ku, bi eynî awayî bi hev re beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin. Em careke din tekîd dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze û amadeye hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingehê lihevtêgihiştinê li gor rêalîteya heye digel Bexdayê çareser bike.

Beşdarîkirin di hikûmeta nû ya Îraqê de derfeteke ku, Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan pavêje û bi hev re bigihin çareseriyekê ku, ji bo timama Îraqê baş be di berjewendiya hemû aliyande be. Îraqek ku, bikaribe fêdey ji şaşiyên berê werbigire û bi awayekî tevbigere ku, welêt ji wê karesata tê de ye rizgar bibe.

Careke din bixêrhatina hemû aliyan dikim û ji dil pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û bajarê xweştiviyê Hewlêrê dikim ku, kela wan êdî dibe beşek ji kultura mirovatiyê û milkê hemû cîhanê. Ez dilrehet im ku, paşeroja me ronake û serkeftinên mezintir bi rê ve ne. Êvariyeke xweş ji bo hemû aliyan , bixêr hatin ser çavan

 

Gelek sipas

 

02.11.2014

Back to top button