Termê şehîd Muhamed Şik hat definkirin
Îro di saet 10:00 de neaşê Şehîd Muhamed Şık (Rênas Karaz), ji goristana Yenîkoyê ya Dîyarbekirê ber bi Karazê (Kocakoy) ve li gel konvoyek mezin bi rê ket û li wê derê hate definkirin.
Şehîd Rênas Karaz 21 salî bû. Li Hatayê xwendekarê zanîngehê bû. Nêzîkî 2 sal berê dev ji zanîngehê berda û bi armanca serxwebûna Kurdistanê çû beşdarî şer bû. Li Serêkaniyê şer kir.
Paşê dema êrişên li ser Kobanî dest pê kir, çû Kobanî. Bi qehremanî di berxwede da û roja înê piştî nîvro şerbeta şehadetê vexwar û beşdarî karwana Şehîdên Kurdistanê bû.
Malbata Şehîd Rênas (Muhamed), malbateke Kurdistanî ye.
Meta wî Emîne Şık jî di 23 saliya xwe de şehîd bû bû.
Bavê wî û diya wî, li ser gora Şehîd Rênas (muhamed) axivîn û gotin ku: “kurê me şehîdê Kurdistanê ye!”
Şehîd Rênas (Muhammed), birayê Basra Şık e ku yek ji damezrênera Tevgera Ciwanên Kurdistanê ye.
Rehma xwedê li Şehîd Muhammed û hemû şehîdên Kurdistanê be.
Xwedê cihê wan bike buhişt.
Serê malbata wî serê netewa Kurd sax be!..