Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li berpirsa giştiya UNESCO kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îrîna Bakova rêvebira giştiya rêxistina UNESCO yê a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şaneya pê re ku, ji hijmarek berpirsên UNESCO û berprisên saziya şûnwarên Îraqê û sefîrê Îraqê li UNESCO pêkhatibû kir.

Di civînekê de behsa pirosesa naskirina kela Hewlêrê di lîsteya şûnwarên dîrokiyên cîhanî de weke beşek ji kulturê cîhanî û mirovatiyê kir ku, duhî li kela Hewlêrê merasima bifermînaskirina wê hat saz kirin. Bi taybetî behsa xebat û tekoşîna wan kes, sazî, alî û welatên kir ku, piştî piroseseke dûr û dirêj kela Hewlêrê ket nav lîsteya şûnwarên cîhanî de. Di vê çarçoveyê de bi taybetî rola Îrîna Bakova û sefîrê Îraqê li rêxistina UNESCO bi bilindî hat nirxandin.

Di civînê de, herwesa, behsa wan deverên herêma Kurdistanê yên ku, şûnwarên dîrokî lê hne hat kirin û tekîd li wê yekê kir ku, di çarçova zanista şûnwarnasîyê de zêdetir giringî pê bê dan û ji aliyê saziyên peywendîdar ve çavdêrî lê bê kirin û bên parastin daku bibin deverên tûrîsmê û bala tûrstên herêmê, deverê û cîhanê bikşînin. Behsa wan pêngavan hat kirin ku, pêwîste ji bona zêdetir giringîdan bi şûnwarên hertêma Kurdistanê bên avêtin û pilan û bernameyekî taybet jê re bê amade kirin kir.

Rewşa Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê û pêşhateyên cenga dijî terorê çend mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button