Nivîsar

Em yek dil in, Em Kurdistan in!…

Cemal BATUN

Bûyerên li Kurdistanê rûdidin, bala tevayiya cîhanê kişandiye ser xwe. Bi taybetî dinyaya demokrat – modern bergiriya Neteweyê Kurd hemberê terorizma hov wekî cengek mirovayetiyê hemberê hêzên reş ên dirinde dibîne. Vê yekê Pirsa Kurd li cîhanê aniye qonaxek nû ku gel, pêşmerge û serkirdayetiya siyasî ya Kurd – bi taybetî Serokê Kurdistanê û tevayiya hêzên Neteweyî yên Kurd (ji dervî çend dengên nexêr) ber bi hevgirtinek dîrokî ya Kurd ve anîn. Şengal û Kobanî jî bûne sembol û nirxa vê yekîtiya neteweyî ya ku miletê Kurd di pêvajoya dirêj ya dîrokî de her li bendê bû ye…

* * *

Hatina pêşmergeyên qehremen ên Başûrê Kurdistanê, di tevayiya Kurdistanê de,  li gel neteweyê xemgîr ê Kurd bi germiyek berz ve hate pêşewazî kirin. Bi sedhezaran Kurd li Bakurê Kurdistanê bi hîsên herî germ pêşmergeyên Kurdistanê girtin hembêza xwe. Bilindkirina Alaya pîroz a Kurdistanê di tevayiya xeta rê ya pêşewaziya Pêşmergeyên Qehreman de hesreta salan ên Kurd li Bakur darişt ber çavan. Ev yek diyardeyek eşkere bû ku: Kurd li Bakurê Kurdistanê di bin bandora terorê ku li wan tê kirin jî: hesreta yekîtiya neteweyî dikin, hesreta hembêzkirina pêşmergeyên xwe yên Kurdistana azad dikin, daxwaza Kurdistanê dikin…

* * *

Pêşewaziya bilind ku li Bakurê Kurdistanê ji bo pêşmergeyên Kurdistanê hatî kirin, dijminên Kurdistanê gelek aciz û êrîşkar kirin. Dewleta Tirk ku di bin bandora hêzên navneteweyî û bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerika de, defreta vekirina korîdorê ji Pêşmergêyan re vekir, wekî ku ji vê biryara xwe jî gelek poşman bû û bi metodên gelek rûreşî û gemarî xwe nêzîkê Pêşmergeyên Qehreman kir. Medyaya derewîn a Tirk (herweha medyaya aliyek eşkere ya Kurd jî her li ser vê bûyera dîrokî ya hatina Pêşmergêyên Qehreman bêdeng ma!) bi klîşeyên xwe yên rûreş derew û tohme li Pêşmergêyan kir. Qaşo li xwaringehekê Pêşmergeyan hesabê xwarina xwe nedan e! Ku derew bû! Xwediyê xwaringehê bi xwe da diyarkirin ku: ew dê wê rojnameya derewîn: Hurriyet, bide dadgehê! Qaşo 9 pêşmerge xwestine birevin. Paşî Rojnameya Yeni şafak ûzrê xwe xwest ku ev yek nerast derketiye!

* * *

Hest a dijminane ya dagîrkerên Kurdistanê carek din da diyarkirin ku: hîn jî di sedsala 21an de jî tehamula dagîrkeran ji bo Kurd / Kurdistanê nî ne. Tehamul a wan ji bo serkeftin û serfiraziya Kurd nî ne, herçend ku ev di berjewendiya tevayiya mirovayetiyê de jî be! Ger Kurd, ger Kurdistan e: dijmin û dagîrkerên Kurdistanê li dij in. Ev fobiya wan e!

Herweha ev diyardeyek e ku: Kurd / Kurdistan li ser rêya rast in. Helkefta Kurdistanê – pêşmergeyên Kurdistanê, şervanên Kurdistanê, hest a Kurd / Kurdistanê di rêya rast de ye. Em hemû bi hevûdu re: Em yek dil in… Em hemû bi hevûdu re: Kurdistan in!…

Stockholm: 03.11. 2014
________________________________

Back to top button