Polîtîk

Barzanî û wezîrê bergiriya Îraqê rewşa şer nirxand

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja duşemiyê 03.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Xalid Elubeydî wezîrê bergiriyê Îraqê û şandeya pê re ku, ji serokerkanê sopayê Îraqê kir.

Di civînekê de ku, wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê amade bû, tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de hat kirin û di vî warîde wezîrê bergiriyê Îraqê rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û bi taybetî behsa giringiya operasyona rizgarkirina Zumar û Rebiye ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve kir û azadkirina wan her du deveran ji bin destê terorîstên DAÎŞ de bi pêngaveke giring wesif kir û destxweş û sipasiya pêşmerge kir.

Wezîrê bergiriya Îraqê got ku, ew pêşmergeyê Kurdistanê weke beşek ji sîstema bergiriya Îraqê dizane û ew dê lêbixebite dosyeya pirsgirêkên pêşmerge digel Bexdayê çareser bike. Wî hêvî kir ku, serdana çaverêkiriya şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji bo dîtina çareseriyan bo hemû pirsgirêkan bibe rêxweşkerek.  Herwesa behsa pêwîstiya bihêzkirina şiyanên arteşa Îraqê kir û ragehand ku, arteşa Îraqê ji rewşa bergiriyê ketiye di rewşa êrîşkirinê de.

Rola hevpeymanan di cenga dijî DAÎŞê de mijareke din a civînê bû û têde pesina êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan bo ser bingeh û çeperên DAÎŞ kir ku, tesîreke mezin li ser liv û tevgerên terorîstan hebûye û sîstema piştevaniya serbaziya terorîstan bi awayekî ber bi çav têkşikandiye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana wezîrê begiriya Îraqê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir ku, tevî karîgeriya êrîşên asîmaniyên Amerîka û hevpeymanan li dijî bingeh û çeperên DAÎŞ, lê ew êrîş bi tenê têra nakin û şerê dijî terorê pêwîstî bi guhertina stratejiyê heye û divê hêzên pejayî û yekîneyên serbazî  bên bihêz kirin û çek û cebilxaneya pêwîst ji bo wan bê dabîn kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê rola beşdarbûna welatên erebî di hevpeymaniya navdewletî de li dijê DAÎŞê bi giringî û karîger wesif kir û tekîd kir ku, hebûna welatên erebî di wê hevpeymaniyê de dê tesîreke mezin hebe.

Back to top button