Civak

Pêşmerge li Kobanê pişta DAÎŞê dişkîne

Eve du rojin, hêzên Pêşmerge bi top û katyoşan bi tundî çeperên DAIŞê li eniya rojhilat û başûrê rojavayê Kobanê dan ber bombeyan, her wiha riya gihiştina çekan li ser wan birîn û ev yek bû sedema pêşde çûna şervanên YPGê û ziyaneke mezin gihiştiye DAIŞê û gundê Ebroj ku 3 km li başûrê Kobanê ye hat azadkirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Gobanê ji KDP.info re ragihand ku, “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bi tundî şerê DAIŞê kirin û vê yekê hişt ku şervanên YPGê û Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê pêşde bişin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Hevahengiya di navbera Pêşmerhe, YPGê û Artêşa Azad rewş çêkiriye ku şer bikeve berjewendiya me de û ew terorîst paş vekişin û ziyaneke mezin bibînin, ji ber ku em bi tundî çeperên wan topbaran dikin û îro me karî gundê gundê Ebruj yê ku 3 km li başûrê Kobanê ye, azad bikin.”

Wî fermandarî wiha got: “Şevê din jî şer hebû lê niha dengê teqeyan kêmtir bûye û belafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li hinek navçeyên derdora Kobanê dan ber bombeyan.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Têkeliyên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nesan ragihand ku, “Ji dema Hêzên Pêşmerge hatine Kobanê odeya operasyonan di navbera wan û YPGê û Artêşa Azad de hatiye avakirin, ku tê de rol û bereyên şer bi hevbeşî hatine dabeşkirin, ku ji aliyê bikaranîna çekên giran û şikenandina dorpêçkirina topxaneya DAIŞê ve Hêzên Pêşmerge roleke mezin dibînin û rê ji pêşdeçûna şervanên bejayî re vedike.”

Îdrîs Nesan wiha domand: “Hêzên Pêşmerge rê li pêşiya gihandina çek û teqemeniyan bo terorîstan girt. Hevdem bi tundî çeperên DAIŞê didin ber topan û derbeyên mezin li wan dan.”

Cîgirê Têkeliyên Derve yê Kantona Kobanê derbarê wan nûçeyên ku behsa nakokiyan di navbera YPGê û Artêşa Azad de dikin, ew nûçe red kir û tekez kir ku, “Ev nûçe piropagende ne bo şikenandina moralê bervanan.”
Ji aliyê xwe ve, çalakvanên nav Kobanê ragihandin ku îro hêza hevbeş a Kurdî heta nîvro hersê gundên Ebroj, Mînas û Elbelûr yên rojavayê Koabnê rizgar kirin.

Back to top button