Dosya

Serok Barzanî nehişt Kobanê bikeve

Piştî gihştina Hêzeke Pêşmerge bo bajarê Kobanê, niha hevsengiya hêzê li wî bajarî hatiye guhertin, Wezîrê Bergirî yê Kantona Kobanê jî dibêje ku, Serok Barzanî nehişt Kobanê bikeve.

Wezîrê Bergirî yê Kantona Kobanê, Ismet Şêx Hesen di daxuyaniyekê de ji rojnameya Hewlêrê re diyar kir ku, niha Hêzên Pêşmerge bi çekên giran mil bi milê şervanên Kurd êrişî çekdarên DAIŞê dikin.

Ismet Şêx amaje kir ku, hatina Pêşmerge bo Kobanê dilê hemû Kurdan xweş kir, ew jî wê yekê dide xuyakirin ku niha li Kobanê Kurd bi hev re bergiriyê li axa Kurdistanê dikin, ev jî rojeke dîrokî ye ku çavê hemû gelê Kurd lê bû.

Wezîrê Bergirî yê Kantona Kobanê got jî: “Em gelek spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin, ku ji yekem roja êrişa çekdarên DAIŞê li ser Kobanê got: Li cem min ti cudahiyek di navbera Hewlêr û Kobanê de nîne, tiştê ku min ji Hewlêrê re kiriye ezê ji Kobanê re jî bikim.”

Derbarê helwesta Serok Barzanî bo hevkariya Kobanê: “Serokê Herêma Kurdistanê roleke girîng dibîne da ku Kobanê nekeve dest çekdarên DAIŞê de, helwestên Serokê Herêma Kurdistanê cihê rêzê ye ji bo gelê Kurd, bi taybetî Kurdên Rojava, Serok Barzanî piştrast kir ku ew ne tenê Serokê Herêma Kurdistanê ye, lê belê serokê neteweya Kurd e.”

Back to top button