Nivîsar

Pêşkeftina me û rola şevgêrên şevê

Piştî proseya azadiya Iraqê ya li sala (2003) ê çêbû, deverên başur û naverastên Iraqê, yan jî rontir bibêjîn deverên Ereb nişînên vî welatî wekî xaniyekê bê derk û pencere lêhatin. Eve jî sedema wê hindê ye ku ji bilî paş mayên hizba Be’es derfetek ji bo wan grup û komên ku bawerî bi teror û toqandinê heye xweş bû ku li hemû aliyek ve bêne di nav Iraqê da û bikin grûpeka mezina ji bo encamdana kiryarên terorîstî. Li gor wan zanyariyên ku berpirsên Emerîkî belavkirine hindek ji wan welatên ku tixûbên hev beş li gel Iraqê hene roleke diyar û berbiçav şandina van grûpan ya li nav axa Iraqê de hebûye. Diyare eve jî rengvedana wê siyasetê bûye ku van welatan li beramber proseya azadiya Iraqê hebû û hewlda bi rêya van grûpên terorîstî wan armancên siyasî bi cîh bînin ku ajandeya siyaseta wan da hebûn. Bi vî rengî başur û naverasta Iraqê bune grûpeka berfireh ji bo meşq û rahênana van grûpan ya li ser awayê encamdana kiryarên terorîstiyê. Diyare kesên ku bawerî bi terorê heye armanca wan bi tenê têkdana aramî û tenahî û belavkirina tirs û toqandina di nav xelk da, ji bo vê mebestê jî destê xwe li tu tawanekê naparêzin û bezeyê(rehmê) jî  bi kes da nabin. Her wekî me dîtî di van salên bihûrî da piraniya qurbaniyên ji destê terorê xelkê sivîl û bê gunehê Iraqê bûn. Li ser destê van grûpên terorîstî bêrêzî bi hemû pîroziyên olî hate kirin çi yê bi misilmanan bin çi yên mesîhiyan bin yan yên her baweriyeka din a olî bin. Bi hezaran misilman li her dû mezhebên Şî’e û Suniyan li wextê cîh bi cîhkirina erkên ayînî di nav mizgeft û Husêniyan da hatine kuştin.

Bi hezaran welatiyên Mesîhî û Êzdî û…htd di nav perestgehên olî da bûne qurbaniyên destê terorê. Bi kurtî bibêjîn destê terorê gihişte hemû bajar, bajarok û gundên Iraqê. Renge di van salên bihûrî da tu maleka Iraqî nekari be tenê ji bo şevek jî bi aramî di mala xwe da binivê. Tenê devera Iraqê ku aramî û tenahî têda cîgîr bûyî û bûye penagehek(hêvîgeh) ji bo hemû xelkê Iraqê Herêma Kurdistanê bûye. Eve jî derencamê hindê nebûye ku êrîşa terorê li ser nebê yan jî van grûpan bezeyî bi meda hatibe û neviyabe kiryarên terorîstî di nav me da encam bidin, belkû eve derencamê wan hewl û westabûnên bê tixûbe ku Ajansa Parastina Asayîşa Kurdistanê bi Serokayetiya birêz Mesrûr Barzanî da ye ji bo parastina aramî û tenahiyê di Kurdistanê da. Bi baweriya min ew planên ku dijmin û nehezên Kurdan di van salên bihûrî da darêtî ji bo têkdana pêvajoya aramiya Kurdistanê û ew hewl û pê kulên ku ji bo vê mebestê di hatine danan dijî her welatekê din hatibana gêran ne bi tenê çi pêşkeftin bi xwe ve nedîtin belkû şûnwarên janê jî têda nediman.

Belê evro em dibînîn bi dilsozî û hişyariya dam û dezgehên asayîşa Kurdistanê ve hemû hewlên dijmin û nehezan yên hatiye li navbirin û ji bilî hindek rûdanên kêm ku renge ji bo her welatekê pêşketî jî di çaverê kirîbin, em dikarîn bibêjîn bi tevahî destê terorê li nav Kurdistanê yê hatiye birîn û xelkê me bi xweşî û kameranî ve jiyana rojaneya xwe derbas dike û ser û malên wan parastîne û Kurdistan jî bûye maleka tena û pir li xweşî û şadî ji bo hemû wan welatiyên Iraqê ku li deverên din li destê terorê radikin. Diyare pêşkeftin û geşkirina her welatekî jî ya girêdaye bi hebûn û nebûna aramî û tenahiyê ve, her welatekê tenahî têda ya cîgîr nebê nikare çi pêşveçûnan di jiyanê da bi destve bîne.

Ji ber hindê ev aramiya ku hêzên asayîşê di Kurdistanê da desteberkirî ya bûye bingeke mukim ji bo pêşkeftin û geşkirina Kurdistanê di hemû warên jiyanê da. We fakterekê bi hêz jî bûye ji bo çêkirina baweriyê li cem welatên biyanî ku konsolxaneyên xwe li Hewlêrê vekin û sedan kompanyayên biyanî jî hatine di nav Kurdistanê da û di kertê berhemanînê da sermayeyên xwe xistine kar û roleke çalak dît di geşkirina aboriya Kurdistanê da. Bi li pêş çavgirtina vê rastiyê divê em wekî Kurdistanî bi rêz û pêzanînê ve destxweşiyê li dezgehên asayîşa Kurdistanê bikîn û her wekî berî niha alîkar û piştevanên wan bîn ji bo li navbirina yekcariya terorê û deranîna ra û rîçalkên wê.

Edhem Barzanî

Back to top button