Bozyel: Divê BDP berê xwe bide kurdan
Serokê Partiya Dad û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel got, “Divê BDP berê xwe bide kurdan. Heke bi kurdan re tifaqê çêke dê benda hilbijartinê bibore.”
bayram bozyelBozyel ji AKnewsê re axivî, diyar kir ku banga tifaqa BDPê ya ji bo CHPya kemalist “xelet û bêtalihî ye” û got, pêşniyareke min jê re heye.
Bozyel, bal kişand ku CHP, nûnera zihniyeteke li dijî kurdan têdikoşe ye û wiha pê de çû:
“Kurd bi salan e bi vê zihniyetê re têdikoşe. Di encama vê de CHP, ji herêmê hate maliştin. Di qonaxeke wiha de, kurd dîsa rabin bi CHPê re tifaqê çêkin nerast e.”
Bayram Bozyel, da zanîn ku wek HAK-PAR ew dixwazin ku di mijarên neteweyî de bi hev re tevbigerin û bi bîr xist ku ji bo vê bi Partiya Demokrasiya Tevlêker (KADEP) û BDPê re diyalog danîye lê bi ser neketine.
Bozyel, aşkere kir ku di pêvajoya amadekirina destûra nû û hilbijartinê de diviay ku bi hev re tevbigerin û got, kurd dikarin di navbera xwe de blokeke hilbijartinê çêkin û ev jî bi ser helwesta BDPê ye.
Serokê Giştî Bozyel, xwest ku BDP berê xwe bide kurdan û da zanîn ku bi tifaqa BDP, HAK-PAR û KADEPê dê benda ji sedî 10 ya hilbijartinê were borandin.
Nûçe: ka
Wergêr: om
(AKnews)