Polîtîk

Kişanak bersiva Ocalan da

Wekî tê zanîn Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir daxuyaniyek dabû û gotîbû ku :’’Dema şerê çekdariyê qediyaye’’ û piştî van gotinan Serokê PKK’ê Ocalan jî ji ber daxuyaniyên Baydemirê nerazîbûna xwe nîşan da bû û gotîbû ku ; ‘’ Kes nikare bêje dema şerê çekdariyê qediyayê. Hîn kes radibin bi serê xwe diaxivin. Ma ew nafikirin ku ger şerê çekdarî nebûya nedikarîbûn 2 meh li ser kursiyên xwe rûnin. Ma AKP destûr bide te ? Hem pereyê wan hem jî derfetê wan hene.

Hevseroka BDP ya Gultan Kişanak jî îro di Civîna Gruba BDPê de axavtinek kir û weka ku ji bersiva Ocalan bide û got : Baydemîr li ser erkê xwe ye şaredarê me ye. Her kes dikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman.

Back to top button