Li Geverê qezayê trafîk: 5 kes mirin û bi dehan jî brîndar bûn
Li ser rêya Wan û Gewerê tesadufek trafikî pêk hat û di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan bi dehan kes jî brîndar bûn û rewşa 4 kesên brîndaran jî girane.
Li gor agahiyekî hate bidest xistin mînîbusekî bi şofyêriyê Nurettin Demîrê li ser rêya Wan û Geverê û li nêzîkî gundê Kerpêlê ji mînîbusekî re kopişîne.
Di qezayê de şofyar Nurettin Demir (43) Selman Yavuz (16) Îrem Genç (4) û Mîthad Kaya (20) li cihê bûyerê û Abdurrahman AdıGüzel jî (61) dema rakirina nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest daye.
Şofyarekî dî Umîd Yavuz (19) û Cafer Demir (45) Tevfik Demir (35) Mihemed Salih Anuş (46) Fazil Adıgüzel (34) Nihat Anuş (33) Bayram Bilin (36) Zubeyit Caner (51) Aslan Ömek (37) Sabahattin Ömek (32) Şükriya Genç (34) Omer Genç (4) Nurcan Adıgüzel (22) Cemile Örnek (49) û Enver Demir jî (52) brîndar bûn.
Kesên brîndar ji Nexweşxaneya Dewlet ya Geverê re hatine rakirin lê ji wan 4 kes ji ber giraniya brînên xwe ji nexweşxaneyên Wan û Colemergerê hatine sewk kirin.
Piştî bûyerê berpirsyaran lêkolinek berfireh dan destpêkirin li cihê bûyerê û li derûdora nexweşxaneyê jî tedbîrên ewlekariyê hatiye stendin.