Baydemîr : Rexne kirin mafê her kesiye
Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li stenbolê beşdarê konferansekî bû û piştî konferansê pirsên rojnamevanan bersivand.
Baydemîr li ser pirsên daxuyaniyên Ocalanê wiha bersivand: Ne raste ku ezê nirxandinek bikim. Du peyamên minê girîng hene. Qutsiyetî mafê rexneyê heye. Her kes dikarin rexneyên xwe li min bikin lê divê wiya baş bihête fahm kirin ‘’Herkes’’. Ji ber vê yekê gengeşiyên çapemeniyê zêde tên minaqaşe kirin û hatiye fişal kirin. Divê ez bi awayekî eşkere bêjim ew gengeşiyane manîdarin. Fikr û ramanên mirova di şevekî de nayê guhertin. Fikr û raman di şevekî de nayê avakirin û nayê guhertin.
Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got : Lê belê li hemberê hemî fikrên min û li hemberê her fikr û raman û li hemberê her daxwaz û bangawaziyê her kes dikarin rexneyê hevûdu bikin.Rexne kirin mafê her kesêye. Her kes dikarin ji min re jî rexne bikin. Rexne di nava partiyên me de mîsogere. Rexne dostanî û hez dayînêye.