Teknîk

Li Çiyayê Agirî kefşekî nû

Ekîbekî pisporan da zanîn ku li ser çiyayê Agirî ji ber tesadufek kopişînê kraterekî hatiye kefşkirin.

Ji aliyê gelek kesan tê bawer kirin ku îstgeha herî dawi ya Keştiyê Nûh çiyayê Agiriye. Ekîbekî  Pisporan da zanîn ku kraterekî nû hatiye kefşkirin û mimkûne ku ev krater bi mîlyonan sal berê ava bûye. Krater li cihê qedexe û ji aliyê du fîzîknasê ve hate dîtin.

Li hemberî astengkirina kefşên li ser çiyayê Agirî  ji Enstituya Fîzîk ya Erîvanê lêkolîner Vahe Gurzadyan û ji Zanîngeha Cambridgeyê Sverra Aarseth li herêmê lêkolînên xwe didomînin. Grup da xuya kirin ku li bilindahiya 2 hezar mîtroyê  kraterekî balkêş hatiye kefş kirin.

Kovara Technology Review di derbarê mijarê de koordînatên kraterî wekê 39° 47’30 û 44° 14’ 40 diyar kir. Her wiha di kovarê de hatiye diyar kirin ku firehiya kraterê nêzîkî 70 mîtroye û bi awayekî baş hatiye parastin û hîç xirab jî nebûye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button