Polîtîk

Kurd daxaza yek ji wezaretan darayî yan petrolê dike

Di çarçoveya dabeşkirina postên bilind û wezaretan de nemaze wezaretên girîng, hemû amaje diyar dikin ku wê Lîsta Iraqiye postê wezareta derve werbigre û kurd jî wezareta petrolê yan darayî (finans) werdigrin.
 
Rawêjkarê wezareta samanên siruştî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Elî Hisên Belo ragehand ku wergirtina wezareteke bilind wek darayî yan petrolê bi wêrekî û pisporiya endamên şanda diyalogê ya kurdan li Bexdayê ve girêdayî ye û got: “Hevpeymaniya Niştimanî bi hêsanî dest ji wezareta darayî bernade, wergirtina vê postê li ser hêz û jêhatîbûna şanda diyalogê ya Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanî li Bexdayê dimîne.”
 
Elî Belo diyar kir ku di qonaxa niha de bo kurdan wezareta darayî ji ya petrolê girîngtire û eşkere kir ku bi rêya wezareta darayî kurd dikarin wezaretên din û serokwezîr jî kontrol bikin: “Yasaya butçeya giştî ya Iraqê li jêr desthilata wezareta darayî ye û ev wezareta han dikare bingehên îdarî yên dewletê kontrol bike. Pêdagiriya (îsrara) me li ser wergirtina wezareta darayî nayê wê manayê ku em wezareta petrolê girîng nabînin. Kurd dê yekê ji van wezaretan werbigrin.”

her li ser vê pirsê Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Firaksiyonên Kurdistanî got egre Hevpeymaniya Firaksiyonên Kurdistanî ji bo lîsteya El Iraqiye dest ji wezareta derva berde, dê daxwaza yek ji wezaretên darayî an jî ya petrolê bike û tekîd kir ku hevpeymaniya wan dê yek ji wan du wezaretên sereke bi dest bixe.

Back to top button