Nivîsar

PDK-T li Şirnex hate vekirin

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) ofisa xwe ya bajarê Şirnexê vekir.

PDK-T doh li bajarê Şirnexê bi çoşek mezin ofisa xwe vekir. Roj bi roj li bajarên Kurdistana Bakur PDK-T xwe bi hêztir dike û li bajaran avahiyên xwe vedike.

Li Şirnex jî bi rewresmek mezin û bi keyf şaxê Şirnexê hate vekirin. Gelek mêvan ji Kurdistana Başûr  tevlî vekirina  şaxê Şirnexê bûn. Herweha aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê tevlî v ekirina ofisa PDK-T bûn.

Mehmet Bilir bû serokê PDK-T yê şaxê Şirnexê. Serokê PDK-T M.Emin Kardaş di rewrismê de axvtinek kir û spasiya xelkê ku tevlî rewrisma vekirina partiyê bûyî kir. Karda got ku Em jî wek hemî miletên cîhanê dixwazin xwedî nasname bin. Em vêca ji dev hesabên biçûk berdin. Me ji berî salekî bi nasnama xwe Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye vekir . Em bi vê yekê gelekî bextiyarin.

 

Back to top button