Merasima vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 30.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima vekirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê de kir. Şandeya wezareta derve ya Komara Çînê a bi serokatiya cîgirê wezîrê derve û hijmareke konsul û nûnerên welatên biyanî di merasimê de başdar bûn.
Di merasimê de ku, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkş kir û tê de kêfxweşia xwe li hemer beşdarbûna di merasima vekirina konsulxaneya giştiya Komara Çînê de diyar kir û bixêrhatina cîgirê wezîrî derve yê Çînê ku traybet ji bona beşdarîkirina di merasima vekirina konsulxaneya xwe de serdana herêma Kurdistanê kiriye, kir
Ev li jêr teksta peyva serokwezîrê Kurdistanê:
Amadebûyên birêz
Ev dema we baş
Hemû alî bi xêr bên
Ez kêfxweş im ku, îro digel we yên birêz beşdsriyê di vê merasimê de dikim. Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya parlamentoya Kurdistanê û hemû konsulxaneyên ku li virin, hemû alî bixêr bên. Îro em li vir, li Hewlêrê, beşdariyê di vakirina konsulxaneya giştiya Komara Çîna Milî de dikin. Destpêkê ez dixwaz im ji dil bixêrhatina birêz Jang Mîng cîgirê wezîrê derve yê Çînê û şandeya pê re bikim ku, taybet ji bona beşdarîkirinê di vê merasimê de hatine Hewlêr, bi xêr bên.
Bê guman, Komara Çîna Milî yek ji dewletên zilhêz, xwedî êkonomiyek mezin û dewletên serkeftiyên cîhanê ye û weke endama daîm ya Konseya ewlekariya navdewletî, di sewîyeya navdewletî de cîyekê diyar û karîgerê ber bi çav heye, ji ber hindê herêma Kurdistanê ku siyaseta ”deriyê vekirî” peyrew dike, hertim dixwaze têkeliyên saxlem digel Komara Çînê de hebin û lêxebitiye di hemû waran de têkeliyên dostane yên avaker li ser esasê berjewendiyên hevbeş digel wî wlatê giringê cîhanê ava bike.
Vekirina konsulxaneya giştiya Çînê li herêma Kurdistanê ku, wê têkeliyên kevin digel Îraqê hene, yekemîn pêngava giring û bifermî binyatdanana van têkeliyan e û destpêka qonaxeke nû ya têkeliyan e ku, dibe derfeteke baş daku em her du alî zêdetir giringiyê bi berfirehkirina têkeliyên xwe yên di hemû waran de; siyasî, êkonomî, infrasturktura, kulturî û civakî bidin, bi tyabetî em li herêam Kurdistanê mifay ji tecrûbeya zangîn û serkeftiya Çînê di hemû waran de werbigirin. Bi vî awayî pênc endamên daîm yên Konseya ewlekariya navdewletî nuha li Hewlêrê konsulxaneyaên xwe hene û ev yek jî cîyê dilxweşiya herêma Kudistanê ye.
Bê guman, em li herêma Kurdistanê ka çawa ji bo pirosesa binyatdanan û pêşkeftinê çavê me li karên hevbeş e, bi eynî awayî çavê me li piştgirî û hevakriya zêdetir ya dostan û civaka navdewletî ye, daku bikarîn baştir bi ser terorîstan de serkevîn, ji ber ku teror ji bo ser timama mirovatî û civaka navdewletî gefek cidî ye.
Îro herêma Kurdstanê ne bi tenê ye û raste pêşmergeyên me yên mêrxas li bereyên şerê dijî terorê qurbaniyan didin, însiyatîv xistiye di destê xwe de û rojane li bereyên şerî terorîstên DAÎŞ têkdişkînin, lê piştgirî û hevkariya dostên me, bi taybetî êrîşên asîmanî, ji bo pêşmerge piştevaniyeke mezin e û moraleke mezin bi xelkê Kurdistanê daye ku cîyê sipasî û qedirgirtinê ye.
Em hêvîdar in û çavê me li ser Komara Çînê ye jî ku, bi vekirina konsulxaneya giştiya xwe li Hewlêrê, çi di warê leşkerî, çi di warê rûbirûbûna kirîza mirovî ku ji encamê hebûna nêzîkî du milyon koçber û penaberên navxweyî û surî li herêma Kurdistanê çêbûye, bi awayekî aktîvtir hevkariya herêma Kurdistanê bike.
Herêma Kurdistanê, nuha, li ser asta navdewletî jimareyeke ber bi çav e û em kêfxweş in ku, îro Komara Çîna Milî jî dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê bibe qonaxeke nû û vekirina konsulxaneya giştiya Çînê li Hewlêrê wê manayê dide ku Çînê bawerî bi paşeroja herêma Kudistanê û cîyê wê li ser asta Îraq û navdewletî heye.
Bi vê minasibetê, ez dixwaz im sipasiya birêz Tan Bangilîn konsulê giştiyê Komara Çîna Milî li herêma Kurdistanê bikim ku berî posta xwe ya nû werbigire ji bo geşkirina têkeliyên welatê xwe digel herêma Kurdistanê berdewam xebitiye û ez ji dil serkeftinê jê re dixwaz im.
Dawiyê ez ji bona wan hevkariyên însanî yên pêşkeşî herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Komara Çînê dikim.
Sipasiya hemû aliyan dikim, careke din hemû alî bi xêr bên, hêviya saleke nû ya bextewer bo hemû aliyan dikim û ez hêvîdar im hertim serkeftî bin