Sala 2015an bila bibe sala aşitî, azadî , serfirazî û yekgirtina Kurd û Kurdistaniyan
Bi xweşî û nexweşiyên xwe ve me saleke din jî li dûv xwe hişt.
Sala 2015an li ber me ye. Sala nû dê gelek guhertinên dîrokî bi xwe re bîne.
Jibo ku Sala 2015an li her çar perçeyên Kurdistanê û li temama cîhanê, bibe sala azadiyê, bibe sala pêşketin û serfiraziyê hêvî û baweriyên me geş in , xurt in.
Rizgarkirina Şingalê, dê bibe destpêka serxwebûn û azadiya Başûrê Kurdistanê.
Li Rojavayê Kurdistanê, bi berxwedana Kobanê û bi pêkanîna Mitabaqata Dihokê, bi îdareyeke li ser esasê bi hemahengî, yekgirtin û bihevre birêvebirina hemû partîyên Kurd û Kurdistanî, dê rêya azadîya Rojavayê Kurdistanê vebe, xurt bibe.
Li Rojhilatê Kurdistanê,têkoşîna gelê me ya azadiyê berdewam e. Rrejîma Îranê dê nikaribe demeke dûr û dirêj vê siyaseta xwe ya li dijî mirovayetiyê bidomîne. Bi yekitîya hêzên Kurd û Kurdistanî, dê têkoşîna gelê Kurdistanê geştir bibe.
Li Bakurê Kurdistanê, siyaseta ev 90 sal e li ser esasê ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê hatiye meşandin îflas kiri ye. Û êdî tu pîne dê nikaribe, rê li ber têkçûna vê siyasetê bigire. Bêyî ku şîddet bê bikaranîn, bi xebat û rêyên siyasî, miletê Kurd û hemû gelê Kurdistanê dê ala azadiyê hîn geştir û hîn bi hêztir bilind bike.
Bila sala 2015an bibe sala diyaloga neteweyî, bila bibe sala avakirina stratekiyeke neteweyî.Bila her kurdek destekeftineke her Kurdekî wek destkeftina xwe bibîne û van destkeftinan biparêze. Bila Kurd şerê navxweyî nebînin. Bila hemahengî û yekgirtina Kurdên cîhanê geş û xurt bibe.
Partîya Azadîya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hêvîya hemû Kurd û Kurdistaniyan ê.
Bila sala nû sala, aşitî, azadî, serfirazî û geşbûna û yekgirtina hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê be.
Bila sala nû li hemû cîhanê sala aşitiyê, edaletê, azadîyê , demokrasîyê û mafê mirovan be.
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)