Polîtîk

Divê pêşmerge bibe hêzek niştimanî

Li rêkefta 14.12.2014 birêz Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye wekî rênimayî û li çarçêweya heft xalan da daxwaz ji Wezaretê kiriye diyardeya partîtî û hizbayetî li nav rêzên Pêşmerge de nemîne û hêza Pêşmerge li ser bingeheke nîştîmanî bê rêkxistin û erk û karê nav Wezaretê li gor damezrawîbûnê be neku li gor pêvereyên hizbiyan be.

Bi cîhkirina naveroka nameya birêz Serokê Herêma Kurdistanê babetekî stratejiye û peywendî bi berjewendiyên neteweyiyan heye û daxwaza hemû aliyên siyasiyan û hêzên Pêşmergeye. Nameya birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî dirêjepêderê tevger û rewta çaksazî û hewldane ji bo bi nîştîmanîkirina dam û dezgeha serbazî ya Herêmê û dûrxistina destê hizbayetiye li nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Ev babet li encama şêwirîna di navbera Serok Barzanî û cenabê Mam Celal û serkirdayetiya PDK û YNK hatiye holê û berê jî bi têr û tije li vî derbarî de hatiye axaftin û pêwîst nake pirs bi kesek bê kirin. Zêdetirê hemû aliyên YNK jî leza ewe hebûye ku ji bo bi nîştîmanîkirina hêzên Pêşmerge hengava kirdarî û emelî bê avêtin. Eger nêrînek jî li nav her aliyek hebê ku dijî proseyê bê ewe dijî xwest û berjewendiyên gelê Kurdistane.

Pêwîste proseya bi nîştîmanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serbikevê û hemû aliyek palpişt bin û kesek jî nikarê rêgirî lê bike. Eger kesek jî bixwaze astengî li ber proseyekî wiha ya girîngê nîştîmanî dirust bike divê ew bi xwe tehemulê berpirsiyariyê bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
30.12.2014

Back to top button