Polîtîk

Sîrwan Barzanî: Plana min guhertina sînorên Sykes-Picot e

Fermandeyê Eniya Giwêrê Sîrwan Barzanî ji ajansa reutersê re dibêje ku ew dixwazin sînorên Sykes-Picot biguherin.

Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Reutersê dibêje ku welatê Iraqê bi tenê li ser nexşeyan maye û di rastiyê de ti hebûna wî welatî nemaye

Fermandeyê Eniya Giwêrê her wiha dide zanîn ku divê nexşeya Iraqê were guhertin ji ber ku ew ne li ser bingeheke rasteqîn ava bûye û ew dixwazin sînorên peymana Sykes-Picot biguherin.

Sîrwan Barzanî ji anî ziman ku ew ji bo danîna stratejiya li dijî DAIŞê, bi generalekî amerîkî re civiyayê û general pirsa plana wî kiriye, wî jî gotiye plana min ew e ku ez sînorên Sykes-Picot biguherim.

Sîrwan Barzanî wiha got: “Iraq xwe bixwe tune dike, ew bi tenê li ser nexşeyê maye û di demekê de şîe û sunneyên dê nikarin bi hev re bijîn, çawa ji me dixwazin ku em bi wan re bijîn. Çanda me û bîr û baweriya me ji hev cuda ye, em dixwazin cuda bibin.”

Peymana Saykis-Bîko sala 1916an di navbera Fransa û Brîtanya de hate îmzekirin û sînorên Rojhilata Navîn yên niha tê de hatin danîn.

Back to top button