Bakur: Barzanî serê me ji erdê rakir

 Rizgarkirina Şengalê ya ji DAIŞ’ê careke din hem hêzên leşkerî yên kurd nêzî hev kirin û bi hevkarî operasyon pêk anîn û hem jî partî û rêxistinên siyasî bi boneya mizgîniya azadkirina Şengalê peyamên têkildarî yekîtî û netewebûnê didin. Ji ber ku operasyona ku bi boneya rizgarkirina Şengalê hat lidarxistin di warê leşkerî de operasyona herî mezin a kurdan bû, li cîhanê jî deng veda. Piştî rizgariya herêmê cîgirê serokê DYA’yê û serokwezîrê Iraqê jî di nav de gelek kesan spasî û pîrozbahiyên xwê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kir û pê re partiyên Bakurê Kurdistanê jî têkildarî mijarê bi daxuyaniyan piştgiriya xwe dan nişandan.

Serok û parlmenterên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya ji bo rizgarkirina Şengalê hêja dibînin û tînîn ziman ku bi rizgarbûna Şengalê re li çar perçeyên Kurdistanê kurd kêfxweş bûne.
Wek tê zanîn DAIŞ’ê di 3’yê tebaxê de bi ser Çiyayê Şengalê de girtibû û gellek şeniyên Şengalê dîlgirtibû. Piştî dagirkirina Şengalê ji hêla DAIŞ’ê ve Hêzên Pêşmerge amadekariyên xwe dikirin da ku DAIŞ’ê ji nava bajarê Şengalê derxin û dîlên di destê DAIŞ’ê jî de azad bikin. Bi vê mebestê di roja cejna êzdiyan de di 18 kanûnê de bi serperişteya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî operasyona rizgarkirina Şengalê hatibû destpêkirin.

Hat zanîn ku bi destpêkirina operasyonê ve Hêzên Pêşmerge li hember DAIŞ’ê pêşdeçûnê û DAIŞ ji nav bajarê Şengalê derxistine. Di dawiya operasyona rizgarkirina Şengalê de, di 2ê kanûnê de Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî li ser Çiyayê Şengalê di konfiranseke rojanemevanî de ragihand ku, ew şanaz ih ku Hêzên Pêşemrgeyên Kuridstanê karîn Şingalê rizgar bikin û herwiha serkeftina pêşmergeyan jî dîrokî dabû zanîn û bilind nirxandibû.

Canan: Cenabê Serok Barzanî serê me ji erdê rakir.

Helwesta Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî ya bo rizgarbûna Şengalê ji hêla partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê bilind hat nirxandin. Di vê çerçoveyê de Parlementerê Colemergê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Esad Canan da zanîn ku Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî, mizgîniyek daye gelê Kurdistan û bi wê mizginiyê kurd şad û bextewar bûne.

Canan axaftina xwe wisa domand. “ Cenabê Serok Barzanî serê me ji erdê rakir. Bi xêra wî êdî serê me li cihanê bilind e. Karekî gellekî baş kir. Cihê wî di dilê hemû kurdan deye.” Canan hevkariya Hêzên Pêşmerge, YPG û HPG’ê jî bi bîrxistin û spasiya hemû hêzên kurd kir.

Peywendiyên kurdan xurt dibin

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik jî eşkere kir ku bi rizgarbûna Şengalê re planên xêrnexwazên Kurdistanê tê kçûne û hêzên kurd rê li ber dagirkeran girtiye. Özçelîk her wiha da zanîn ku ew gellekî şanaz û bextewarin ku mizgînêyên bi xêrê ji Hêrema Kurdistanê dibihîzîn û wan li ser rizgarbûna Şengalê jî daxuyanî belav kiriye. Özçelik gotinên xwe wisa berdewam kir: “DAIŞ’ê dixwest desftkeftiyên kurdan ji nav bibe, Herêma Kurdistanê ji nav bibe, lê belê Hêzên Pêşmerge bergiriya vê yekê kirin. Di operasyona rizgariya Şengalê de cenabê Mesûd Barzanî roleke dîrokî lîst. Ev yek gellekî muhîm e. Peywendî û tekîliyên me xurt dibin û hêzên kurd alîkariya hevdû dikin ev yek jî gellekî muhîm e.”

‘Pêşmerge parazvanên xak û xelkê Kurdistanê ne’

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Femi Demir jî ragihand ku rizgarkirina Şengalê pêngavek e dîrokî ye û rizgarbûna Şengalê careke din eşkere kiriye ku pêşmerge parazvanên xak û xelkê Kurdistanê ne. Demir, helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo rizgarkirina Şengalê jî bilind nirxand û wisa domand: “Em bi mizginiya Şengalê re kêfxeş bûn. Lê xetereya li ser xak û xelkê Kurdistanê berdewam dike lê îro em lê dinêerin Herême Kurdistanê dê parazvaniyê wê dike.”

Êzdî xwedî kultur û çanda qedîm a Kurdistanê ne

Kordînatorê Tevgara Azadiyê Adem Özcaner jî anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser Çiyayê Şengalê axaftineke dîrokî kiriye û kurdên li çar perçeyên Kurdistanê jî bi wê axaftina wî şad û bextewar bûne. Özcaner axaftina xwe wisa domand: “ DAIŞ li diji mirovahiyê ye, cenabê Mesûd Barzanî jî anî ziman DAIŞ’ê, êş û derdên mezin da jin û zarokên me kurdan, kerasatên mezin bi serê me de anîn. Lê belê peşmerge li hember wan disekinin û xaka me rizgar dikin. Divê nûnerên partiyên kurd nûnerên hêzên kurd li hev rûnên û xwe ji bo parastina Kurdistanê amade bikin. Hewcedarî bi hêzêke neteweyî heye. Divê careke din tiştên wisa neyên serê me”

Özcaner bal kişand ser roja rizgarbûna Şengalê jî û wisa berdewam kir: “ Roja rizgarbûna Şengalê roja cejna Êzdiyan e. Divê civaka Êzdî bêne parastin ew xwedî çand û kultura qedîm a Kurdistanê ne. Rizgariya Êzdiyan rizgariya hemû Kurdistanê ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê kurd şad û bextewar bûn niha jî li hêviya rizgariya Kobanê ne.”

Kardaş: Bi serokatiya Mesûd Barzanî DAIŞ ji nav xaka Kurdistanê tê derxistin

Serokê Gişti yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (T-KDP) M. Emin Kardaş jî eşkere kir ku bi operasyonê azadkirina Şengalê re nirxên Kurdistanê û axa Kurdistanê hatine rizgarkirin û parastin. Kardaş, kêfxweşî û şadiyên kurdên li çar perçeyên Kurdistanê jî bilind nirxand û da zanîn ku şad û bextewarbûna kurdan bi destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve pêk tên. Kardaş axaftina xwe wisa domand: “DAIŞ ji Şengalê hat derxistin. Pêşiya kerasetan tê girtin. Bi serokatiya Mesûd Barzanî DAIŞ ji nav xaka Kurdistanê tê derxistin. Em hêvî dikin ku li ser axa me nemînin. Herêma Başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe, em jî ji vê yekê gellekî kêfxweş in. Em dixwazin ala Kurdistanê her tim berz be.”Rûbar Kelaşîn (BasNûçe)

 

Nêrînek

  1. Belê raste qehremantiyê Pesmergeyên Kurdistan'ê û taban bê qehremantiyê seroke basûre Kurdistan'ê Mesûd Barzani van serê gele Kurd li her car parcê Kurdistan'ê bilind bû û dikarim bejim di nav devletên Dunya'yên da ji serîda Amerika û YE jî ûsa dibinîn le mixabin;PKK û yêk di dora PKK dan siyasete dimesînin wekî BDP û yan jî HDP ûsa nabînine. Ewana dibijine; ''Pesmerge jê Sengal'ê pasta wegerine û Sengal heremeka Irak'ê ye''. Bi nawe PKK dan Cemil Bayik û bê navê BDP jî Selahattin Demirtas ûsa gotin. Wekî teye zanîn PKK li her car parcê Kurdistan'ê û gelek Kurden meyên Ezidi ji bo azadbûyîna Kurdistan'ê ran gelek hevî dana wana û ewana birin ser ciyayê Kurdistan'ê. Ewana bi salana gotinên ûsa dibijine; ''Em ji bo azad bûyîna Kurdistan'ê ser dikinî'', ka 35 salen wana derbas bûye hetanî wê roje heremeka Kurdistan'ê azad nekirine û mûqabîlî wên jî Pesmerge ji bo azad bûyîna Kurdistan'ê dest bi xebate kir û dawiyê da herema basûre Kurdistan'ê azad bû êdî hamû dûnya jî nasdike welatekî Kurdistan û gelê Kurd heye.\r\nLe mixabin ewana ji serîda hetanî we roje gele me ûsa dixepînin û siyasetên xwen jî ûsa berdevam dikine.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: