Sersala nû
Dîsa edet e her wekî caran
Pîroz e ev Sersal li cangûran
Li dawiya du hezar û çaran
Bi rondik û xwîna jaran
Agir û barûda pîs û haran
Li ser sêwî, belengaz û kalan
Li her cih û warên Kurdistan
Jiyanê kirine wek dojistan
Ya Reb!
Tu yî dadmendê kaînatê
Felat ke hemû kesên ajarbatê
Ji belayên giran û siqûmatê
Xasma ji terora bi navê DAIŞan
Dîsa pîroz be ev sersala han
Li belengazên binê konan
Li birîndarên derdmend ên bêderman
Li kût û kalên ku mane li çolan
Gotina ”Pîroz Be” hertim edet e
Jiyan bo Kurdan qebehet e?
Navê îslamê ev mirwet e?
Nayê alîkarî ji dewletên bismilan!
Ya Reb!
Tu bergîrî dikî li her tiştê!
Asteng bike vê wehşetê?
Da bijîn belengazên vê behiştê
Kes mafê jiyanê nadit Kurdan!
Ey Xweda!
Bi dua û hêviya Ehmedê Xanî
Bi evîn û hewara Şêxê Sin´anî
Bi vîn û daxwaza Selîmê Hîzanî
Derfet bide jar û birsiyê Kurdan
Ey Xweda!
Wêran dikin ew bi navê te!
Kurdkuj in ew bi zagona te!
Dirûxînin ew mizgefta te!
Nehiştin gorên pîrozmendan
Ey Xweda!
Tu bi gêrîna dîl û jaran dikî
Bi rondikê sêwî û kûtan dikî
Bi nalîna birîndar û xwîna şehîdan dikî
Rawestîne vê wehşeta li ser Kurdan
Ey Xweda!
Ger neyê he jiyanek şadan
Perestinî jî nayêtin aqil û hişan
Biparêze hemû hemwelatiyan
Da nebin vajiyê çanda Yezdan
Kesî nedît xweşiya serê salê
Herdem Kurd bi kuştin li sêdarê
Wêran dikin warê me sal bi salê
Pîroz be dîsa pîroz be ev Serlana han.
Stockholm 28/ 12/ 2014
Zeynelabidin Zinar