Nivîsar

Newroz divê di roja xwe de bête pîrozkirin

Lê niha li piraniya herêmên Kurdistanê Newroz li salonan, di rojên cuda cuda de û bi bilêt, tê pîrozkirin. Îro 14ê Adarê bû, belkî li hin cihan Newroza xwe pîroz jî kirine.

Zeynelabidîn Zinar

[email protected]

Xwişk û Birayên Hêja!

Va ye Cejna Newrozê nêz dibe. Digel hewqas kul û derd û sqûmat û bobelatên kesnedîtî jî, wê ji aliyê Kurdan ve bête pîrozkirin.

Bêguman Newroz li derva tê pîrozkirin. Çewa ku min di berhemeke kevnare de jî dîtiye, Newroz di Sedsala Heft û Heştan de li derva, li çolê, li nêv bax û baxçeyan, bi şahiyeke mezin, bi kincên rengereng û bi xwarinine pir texlît dihate pîrozkirin (Ew berhem di arşîva Pencînarê de tê parastin).

Cejna Newrozê, cejneke netewî ye û di roja 21ê Adarê de tê pîrozkirin.

Lê mixabin Kurdan dest pê kiriye û vê roja pîroz ne di roja wê ya kifşkirî de pîroz dikin. Ji vê jî zêdetir, pîrozkirina Newrozê li gelek herêman kirine bûjena qezencê.

Nemir Ehmedê Xanî jî di Memozîna xwe de ku behsa pîrozkirina Newrozê kiriye, nivîsiye dema ku Mem û Tajdîn kincên jinan li xwe kirine, çûne colê li nava jinan geriyane…

Di dawiya salên 60î de jî di binê wê qedexetiya hovane de, em bi şev diçûn bilindciyan û me agirê Newrozê pêdixist.

Lê niha li piraniya herêmên Kurdistanê Newroz li salonan, di rojên cuda cuda de û bi bilêt, tê pîrozkirin. Îro 14ê Adarê bû, belkî li hin cihan Newroza xwe pîroz jî kirine.

Divê pîrozkirina Newrozê, bi çu rengî ji roja xwe dernekeve û ji amaca xwe neyê vegihaztin.

Herweha divê zagoneke taybet jî derkeve ku Newroz ji bilê 21ê adarê, di rojeke dî de jî neyê pîrozkiirn.

Bi hêviya balkişandina hemwelatiyan li ser vê babetê, her şad û bextewer bin…

Stembol 14/ 03/ 2016

Back to top button