Serokwezîrê bere yê Îsrail Netanyahu videoyek bi zimanê ingilîzî û ibranî çêkir û di medyayê de parve kir.
Serokê partiya muxalefetê û serokwezîrê bere Netanyahu da xûyakirin ku, piştî avêtina fûza ya herêma Kurdistanê ,welatên ku li gel Îranê ji bo peymaneka Atomî hevdîtinan dikin bi tundî rexne kir û got: Li Viyena berdewamkirina hevdîtina ji bo peymanek Atomî ne raste.
Netanyahu,dibêje: Li gel Îranê îmzekirina peymanek Atomî ne tene xeletiyeke gelekî xetere jî.Îranê füze avêtin nêzikî konsolusxaneya Amerika, Eger Amerika û hêzên din li gel Îranê di pirsa Atomî de rêbikevin, ew cebilxaneyek Atomî li Îranê ava dikin. Îran ji bo ev peymana bê îmzekirin êrîşa dike.
Netanyahu dibêje ku, eger Amerika û welatên rojava li gel Îranê li hevwerin, dê Îran bibe hêzek xwedî çeken nükleer û bibe tehdîdek li ser herêmê û cîhanî. Herweha Netanyahu idia dike ku, dê Îran bikaribe bi fûzeyên balistik şerek atomî li dijê Amerikayê pêkbîne.